
Li Rojava PYD hêz e
Karasu bal kişand ser ezmûnên şoreşgerî yên li gelemperiya cîhanê û destnîşan kir ku di pêvajoyên şoreşê de gelekî xwezayiye ku partiyek derkeve pêş. Karasû got, "Çawa ku bi pêşketinên li Başûrê Kurdistanê re PDK û YNK derketin pêş, li Rojava jî gelekî xwezayiye ku PYD derketibe pêş. Lê belê hin hêzên li wê derê xwe li vê ranegirtin. Bi taybetî Tirkiyeya ku naxwaze PYD li wir bi hêz bibe, ket nava hewldanan."
Ji bo yekîtiyê em ketin tevgerê
Karasu ragihand ku PDK bi nêzîkatiyeke hegemonîk a "li hemû parçeyan ez bibim desthilatdar" û bi piştevaniha Tirkiye û hêzên navneteweyî re bi xwe piştrast bû ku li Rojava bibe serdest û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li ser vê bingehê tengezariya navbera PYD û rfêxistinên din, PYD û PDK'ê hat zêdekirin. Em nabêjin ku PYD ti carî şaşitî nekiriye, em nabêjin ku her tişt rast kiriye. Kêmasiyên PYD'ê çê bûn, lê belê bi nêzîkatiyên rast ev kêmasî dikarîbû bihata çareserkirin. Di taliyê de jî Barzanî rabû got, "Li Rojava şoreş nîne, desketiyên li wê derê ji aliyê rejîma Esad ve hatiye dayîn" vê nêzîkatiya dûrî hurmeta ji şoreşa mezin a gel, dûrî têkoşîna mezin bû. Ji bo pirsgirêk çareser bibe em ketin nava hewldanan."
Çend meh berê destpê kir
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasu da zanîn ku hevdîtina navbera PKK û PDK'ê berî niha bi çend mehan hatibû plankirin û anî ziman ku di vê hevdîtinê de ne tenê mijara PYD'ê di heman demê de dihat plankirin ku têkiliyên PKK û PDK'ê, rewşa Başûr û Bakûr werin nirxandin. Karasû got, "Lê belê hilbijartinên li Başûr ketin navberê, piştre jî ji ber pêknehatina Kongreya Neteweyî, paşve ket. Me ji aliyê xwe ve nexwest ku ev tengezarî dewam bike. Ji ber vê yekê jî di rewşeke ku tengezarî gelekî zêdebû de, me di asta bilind de hevdîtin kirin. Wisa pirsgirêka li Rojava jî bi awayekî xwezayî hat rojevê."
4 xalên bingehîn
Karasu diyar kir ku di vê hevdîtinê de 4 sernavên bingehîn de li hevkirin pêk hatiye û di vê mijarê de wiha peyivî: "Hevdîtina me li ser 4 sernavên bingehîn pêk hat. Têkiliyên PKK-PDK, rûdan û pêşketinên li Rojava, pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakur Rêberê me daye destpêkirin û rewşa Başûrê Kurdistanê, kongreya neteweyî hatin nirxandin. Di van her çar mijaran de lihevkirin çê bû. Di destpêka van mutabakatan de, çareserkirina pirsgirên li Rojava, di çarçoveya yekitiya neteweyî de peydakirina rêyên çareseriyê û bi helwesteke hevpar re çûyîna Cenevreyê, cih girtin. Ji bo rêxistinên li Rojava têkiliyên navbera xwe sererast bikin PKK û PDK'ê li hev kirin ku alîkariyê bikin. Pêkhatina civînên rêxistinên Rojava li Hewlêrê, encama vê lihevkirinê ye.
Rojava xala sereke ye
Karasu da xuyakirin ku lingê girîng ê lihevkirinê Rojava ye û got, "Eger li Rojava yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk neyê, di vê çarçoveyê de têkiliyên navbera tevgerên Kurd de nerm nebin, sererast nebin, dê ev tengezarî li parçeyên din ên Kurdistanê jî belav bibe. Rojava mîna Fîlîstîna Kurdan e. Çavkaniya moralê gelê Kurd e. Em bi vî rengî nêzî Rojava dibin. Biçûk e, lê hêz daye hemû parçeyan. Ji ber ku Rojava parçeyê biçûke, parçeyên din ên Kurdistanê li pêşberî wê xwedî berpirsyariyan e, divê wê bi tenê nehêlin. Hevkariya di mijara Rojava de, wê bandoreke erênî li mijarên din jî bike."
Divê DBK bi hêz bibe
Karasu bal kişand ser girîngiya Desteya Bilind a Kurd û destnîşan kir ku desteyê moraleke mezin da gel û şoreşa li Rojava xurt kir. Karasu got, "Ev yek ezmûneke girîng e. Divê Desteya Bilind ji nû ve bê zindîkirin. Rêxistinbûyînên mîna ENKS'ê, bi vekişîna xwe ji Desteya Bilind û antî propagandayê re, di warê qelskirina Desteya Bilind de rol lîstin. Desteya Bilind bê fonksiyon hiştin."
Pevre çûna Cenevre
Karasu her wiha girîngiya nêzîkatiya hevpar a Kurdan di mijara Cenevre de destnîşan kir û got, "Divê bi temsîlkariyeke hevpar biçin Cenevre û statuyek bê xwestin. Federasyon dibe, xweseriya demokratîk dibe, ev zêde girîng nîne. Ji bo me ya girîng azadî ye. Projeya Xweseriya Demokratîk a PYD'ê projeyeke azadiyê ye. Federasyon be jî, xweseriya herêman be jî, sîstema kanton be jî, projeya xweseriya demokratîk. Projeya xweseriya demokratîk, projeya jiyana azad a gelê Kurd e. em bi vî rengî difikirin. Statuya giştî çi dibe bila bibe, di nava vê de xweseriya demokratîk dikare pêk were."
ANF/BEHDÎNAN