Li sê bajarên wekî Girkê Legê, Girê Spî û Helebê  doh jî şer hebûn. Hat ragihandin ku li Girkê Legê 40 çete hatine kuştin. Li Girê Spî duh YPG/YPJ’ê rêzeçalakî li darxistin. Her wiha li Hesekê piştî çeteyan êrîşê taxê kir, şervanên Cebhet El Ekrad û YPG/YPJ’ê ketin berxwedanê.

Çalakiyên şervanên YPG’ê yên di çerçoveya ‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ de didomin. Hat ragihandin şevê din saet di 01.00’an de hêzên YPG’ê li derdora gundê Seharîc û Mişêfre li dijî wargehên çeteyên El Nusra çalakiyek pêkaniye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine di çalakiyê de 30 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Her wiha hêzên YPG’ê di çalakiyê de wesayîtek doçka, gelek çek û cebilxane destserkirine. Hat gotin ku navendên komên çete yên li derdora gundê Seharîc û Mişêfre ku 5 km li bakurê bajaroka Til Koçer dikeve hatin ruxandin.

Li Girê Sipî rêze çalakî

‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ tenê ne li Girkê Legê, her wiha li Girê Sipî jî hatiye destpêkirin. Şervanên YPG’ê li gundê Bîr Kino ya Girê Spî (Til Ebyed) li dijî çeteyên El Nusra rêze çalakiyek lidarxist. Li gor agahiyên heremî di encama çalakiyan de bi dehan çete hatin kuştin. Lê hejmara wan nehat hînbûn. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de sê navendên çeteyan hedef hatine girtin û ji derveyî kuştiyan gelek çete jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan çeteyan birîndarên xwe ji gundê Bîr Kino bi embûlansan derbasî bajêr kirine.

Li Helebê 10 çete hatin kuştin

 Di şerê ku li Helebê îro bi êrîşên komên çete re di navbera wan û hêzên YPG, Cephet El-Ekrad de derketin de, heta niha 10 çete hatin kuştin, ji 10’an zêdetir birîndar bûn û 2 noqteyên komên çekdar hatin bidestxistin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine; koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî saet derdora 13.00’an de bi çekên giran êrîşî bendên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî Kurd lê dijîn kirin. Hate ragihandin ku di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê û Cephet û El-Ekrad de şer derket. Hate gotin ku di şerê heta niha de li hersê cihan 10 çete hatin kuştin, zêdetirî 10’an jî birîndar bûn.

HELEB




Bîlançoya 52 rojan

Şervanên YPG/YPJ’ê di operasyonên 52 rojên dawî de, hema bêje bi dehan cih bi dest xistin û derbên mezin li çeteyan xistin. Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ’ê xwe gihandine şînorê Til Koçer û herêm ji çeteyan paqij kirine
Li herêma Girkê Legê, Çilaxa û Koçerat ên rojavayê Kurdistanê, di şerên 52 rojan ku li ser êrîşên çeteyên El Nusra dest pê kir û hêj didomin, hêzên YPG’ê 20 gund rizgar kirin û 11 navendên komên çete bi dest xistin. Her wiha hêzên YPG/YPJ’ê ev hefteyeke ‘Operasyona Şoreşgerî’ daye destpêkirin nêzî bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Iraqê bû.
Piştî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/El Nusra di 16’ê tîrmehê de êrîşî herêmên rojavayê Kurdistanê kirin û hêzên YPG/YPJ’ê bersiv da êrîşên çeteyan, ev 52 roj in şer û pevçûn dom dikin. Yek ji herêmên ku şerên herî dijwar lê diqewimîn jî herêma başûrê Girkê Legê, Çilaxa û başûrê Koçeratan bû.

Herêmeke berfireh

 Di şerên 52 rojên borî de hêzên YPG/YPJ’ê gundê Sukeriyat a ku 17 kîlometreyan dikeve rojhilatê Girkê Legê, gundên Rimêla Şêx, Rêmala Başa yê 10 kîlometre li başûrê Girkê Legê ye, gundên Sefa, Mizêrta yên ku 11 kîlomtreyan dikevin rojavayê Çilaxa, gundên Şemam, Memo, Baqila Mezin, Baqila Biçûk, Sefa yên ku nêzî 16 kîlometreyan dikevin başûrê Çilaxa, gundên Xerab Bajar, Til Elo ya Mezin, Til Elo Xemir ên 20 kîlometre dikevin başûrê Çilaxa rizgar kirin. Her wiha benda kontrolê ya Tehûnê ya li ser riya navnetewî hat rizgarkirin. Li herêma Koçeratan jî hêzên YPG’ê di vê demê gundê Siwêdiya Ereban,  meheta 17 (Depoyên neftê) û Meheta 20’an ên li başûr-rojavayê Koçeratan rizgar kirin. Di encama van pevçûnan de hêzên YPG’ê gelek çekdar kuştin, her wiha gelek çek û cebilxane jî destser kirin.

Operasyona şoreşgerî  

Hêzên YPG’ê piştî ku êrîşên komên çete şikandin, vê  carê jî seferberî îlan kir û destnîşan kir ku ew derbasî asta parastina aktîf bûne. YPG’ê di vê çarçoveyê ‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ de li herêmê operasyonên paqijkirina komên çete da destpêkirin. Bi destpêkirina van operasyonan re komên çete hemû ji herêmê hatin paqijkirin û YPG’ê aşkere kir ku dê operasyona şoreşgerî berdewam bike. Hêzên YPG’ê li herêma başûrê Koçerat 2 çalakiyên bi bandor lidarxistin û di encamê de gundên Mişêfre, Xedean û Xiwêtle ku wek 3 bargehên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê dihat bi kar anîn rizgar kir.

Nêzî sînorê Til Koçer bû  

Her wiha hêzên YPG’ê di van çalakiyan de bargeha Sûriyeyê ku wekî bargeha sereke ya DAIŞ’ê dihat bikaranîn û li ser sînorê Iraqê ye rizgar kir û gelek cebilxane û çek desteser kirin. Bi vê çalakiyê re navendek girîng a çeteyên El Nusra ku hemû êrîşên xwe li vir organîze dikirin û 5 kîlometre dikeve bakûrê Til Koçer hat bidestxistin. Bi van çalakiyan re hêzên YPG’ê nêzî bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Iraqê bûn û komên çete dorpêç kirin. Li aliyê din jî hêzên YPG’ê bi çekên giran li dijî bargehên komên çete ên li derdora gundên Sefa, Girhok, Girê Fatê, Til Hecer û Yûsifiyê çalakî pêk anîn. Di encama van çalakiyan de jî gelek çete hatin kuştin. 

ANHA/QAMIŞLO