Hacî Mewlûd ê 72 salî li Kelarê zêdetirî 40 salan cilûbergên Kurdî, cemedan, tizbî û alavên çandî difiroşe; û dibêje, “Ji ber hezkirina min a ji bo çanda neteweya min û tirsa jiholêrabûna cilûbergên Kurdî pîşeyê xwe dewam dikim.”

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / GERMIYAN

Li navçeya Kelar a Germiyanê yek ji dikanên herî tê naskirin û dengdayî dikana Hacî Mewlûd e ku ji sala 1970’an ve her li cihê xwe ye û cûreyên cilûbergên Kurdî hemûyan, cemedanî, tizbî, alavên çandî difiroşe. Herî zêde cûreyên cilûbergên Kurdî û alavên çandî kom dike û li dikana xwe difiroşe. Her yek ji wan xwedî dîrokeke kevin a gelê Kurd e. Hacî Mewlûd sînorê Germiyan derbas kiriye û ji bajar û navçeyên din jî kiryar serdana dikana wî dikin û tê naskirin. Herwiha koçberên Ereb ên herêmê jî serdanê dikin.

‘Divê em çanda xwe biparêzin’

Hacî Mewlûd têkildarî pîşeyê xwe axivî û got; “Ji ber sedema hezkirina min a ji bo çanda neteweya min û ji ber tirsa min a ji holê rabûna cilûbergên Kurdî, min ev pîşe hilbijart. Cilûberg û çand nasnameya her neteweyekê ye û pêwîst e ku em çanda xwe biparêz in. Ez bi cilûbergê Kurdî li çend welatên weke Îran, Erebistana Siûdû û Urdunê geriyame. Der barê cilûbergên min de pirs ji min kirin û min da naskirin. Li gorî min cilûbergê çandî yê ti welatan weke yê Kurdî ciwan nebûn.”

Hacî Mewlûd li dikana xwe piraniya cûrên cilûbergê Kurdî difiroşe û wiha qal kir; “Bi giştî parçeyên li dikana min dîrokeke kevin a Kurdî li pişt e. Yên herî diyar, cûrên cilên miradxanî, merezî, merîwanî, ketefî, şal, kewa û selte yên kevin in. Herwiha cilê melîk min heye ku ji serdema şoreşa rizgarîxwaza Şêx Mehmûd ê melîkê gelê Kurd maye. Şêx Mehmûd li ber xwe kiriye û heta niha jî xelk ji bo xoşewîstiyê li ber xwe dikin.”

Ji bilî xelkê Germiyanê jî tên

Herwiha Hacî Mewlûd ji derveyî cilûbergan, li dikana  xwe  tizbiyan, cemedanî û kefiyan jî difiroşe. Hacî Mewlûd diyar kir ku çend cûrên tizbiyan hene û got; “Kefiyên bi gulîvank û cemedaniyên kesk hene. Xelk ji bo hezkirina şervanên  Rojavayê Kurdistanê û gerîlayan dikirin û weke wan tavêjin ser milê xwe. Navûdengiya dikana min Germiyan derbas kiriye. Ji derveyî xelkê Germiyan ji piraniya bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê serdana dikana min dikin. Li gorî xwe hinek tiştan ji min dikirin. Hinek kes ji bo zarokên xwe cilên Kurdî dikirin. Niha hinek ji wan zarokan mezin bûne û ew jî kurên xwe tînin li gel min. Herwiha koçberên Ereb ên li herêmê jî tên li gel min.”

Dikana Hacî Mewlûd çavkaniya debara jiyana malbata wî ye. Niha 72 salî ye. Ji ber  ku bi temene du kurên xwe aniye li gel xwe û alîkariya wî dikin. Hacî Mewlûd eşkere kir ku heta bikare wê xizmeta dikana xwe, çand û cilûbergê Kurdî bike.