Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sînegîr (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) ên 21’ê Adarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bîranîna wan veguherînin hêz, rêxistinbûn û têkoşîneke mezin.

Kalkan diyar kir, qetilkirina 5 hevrêyên wan li Qendîlê û herî dawî qetilkirina Diyar Xerîb bi heman rengî ye û destnîşan kir, êrîş bi zanebûn, bi rengekî rêxistinî û pîlankirî hate kirin.

Şagirtekî baş ê Rêber Apo bû

Kalkan qala Alî Aktaş dema kir û got, PKK ava bû têkilî pê re danî, di sala 1978’an de tevlî bû û derhaqa wî de wiha peyivî “Di temenê ciwantiyê de rastî dît; rastiya Rêber Apo, rastiya azadî û hebûna Kurdan û PKK’ê dît. Bi hemû hêza xwe pê ve hate girêdan û di nava 40 salî de li çar aliyên Kurdistanê di nava her şêweyên têkoşînê de hebû. Di kesayetiya xwe de milîtanî û kesayeteke leheng afirand. Çi zivistan, çi şev û roj, ji bo xurtkirina gerîla, ji bo azadiya civaka Kurd û jin û ciwanan, ji bo têkoşînê bi her awayî hewl da. Şervanekî mezin, kesayetekî xurt, kedkarekî şoreşê, fermandarekî mezin bû.”

Kalkan destnîşan kir ku Alî Aktaş şagirtekî baş ê Rêber Abdullah Ocalan bû û got, di asta herî bilind de nirxên azadiyê temsîl kir.

ANF/BEHDÎNAN