Çalakiya nobetê ya ku bi daxwaza azadî ji Abdullah Ocalan re li navenda saziyên Ewrûpî li Strasbourgê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 400ʼî de ye. Her hefteyê ji welat û bajarên cihê çalakger nobetê dewr digirin û ev 2 hezar û 795 roj in çalakî bê navber dewam dike.

NÎZAM BARAN / STRASBOURG

Li bajarê Fransayê Strasbourgê, li navenda avahiyên saziyên Yekîtî û Konseya Ewrûpayê, tam li dehma li ber Konseya Ewrûpayê (KE), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) 25ʼê Hezîrana 2012ʼan vê çalakiya nobeta Azadî ji Ocalan re dest pê kir û veguherî çalakiya herî dirêj a bê navber a Kurdistaniyan. Ev nobeta hanê niha di hefteya xwe ya 400ʼî de ye. Hem miletê Kurd û hem dostên wî bi biryar in ku çalakiyê heta ku Ocalan azad bibe, dewam bikin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê ev 21 sal in bê navber ji bo ku Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê rûreş bikin, çalakiyan dikin. Ji sala 2012ʼan ve jî nobeta Azadî ji Ocalan re bi heman armancê li navenda avahiyên saziyên Ewrûpî li Strasbourgê tê girtin. Yê ku ev çalakiya nobetê pêşniyaz kirî, dadgerê bilind û hevrêyê Nelson Mandela di têkoşîna li dijî nijadperestiya li Efrîkaya Başûr û rejîma Apartheidê de Essa Moossa bû. Ha ev çalakiya herî demdirêj a Kurdan îro ev 2 hezar û 295 roj e bênavber dewam dike.   

Her hefte komeke nû

Çalakgerên ji deverên cihê yên Ewrûpayê tên û her hefte nobetê dewr digirin. Çalakgerên ku nava rojê nobetê digirin, broşur û belavokan didin xelkê, bi diyalogên yekser jî behsa Ocalan û Kurdan dikin. Kurd û dostên wan beşdarî çalakiya nobetê dibin. Ji aliyên cihê yên civakê yên weke jin, ciwan, dayik û xizmên şehîdan, nûnerên saziyên Kurdan, siyasetvan û hunermendan jî kom û kes di nava çalakgeran de cihê xwe digirin. Bi sedhezaran mirov bi vê çalakiyê ji Bêbextiya Navneteweyî û tecrîdkirina Ocalanî hatin agahdarkirin.

Bingol: Heta Ocalan azad bibe

   

Ji Komîteya Çalakiyê ya Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re Zulfu Bingol û ji beşdarên beriya niha yên nobetê Songul Talay, Şafak Arabaci û Sabri Atan ji me re behsa çalakiya nobetê kirin.

Zulfu Bingol, ev bêhtirî 2 salan e koordînatorê çalakiyê ye. Wî got, nobet di hefteya 400ʼî de ye û heta ku Ocalan azad bibe jî ew ê çalakiya xwe dewam bikin. Zulfu Bingol got, “Rêberiya me hê li Îtalyayê, gelek caran behsa komployê kir. Bi awayekî eşkere gotibû, ev pêvajo dibe ku li enqerê bi dawî bibe. Ji ber ku me bi mezinahiya komployê nezanî, me şaşî kir. Divê em careke din vê şaşiyê nekin û bîrewer rabin û rûnin.”

Zulfu Bingol got, heta ku çalakiya wan encameke erênî bi xwe re bîne ew ê çalakiya xwe bi israr dewam bikin: “Heta ku em bigihin Rêbertiya xwe wê çalakiya me ya nobetê dewam bike. ji bo ku her kêlî em bi Rêbertiya xwe re bijîn, muhim e ev çalakî dewam bike. Em ê fikrên Rêbertiya xwe her ragihînin miletan.”

Talay: Bi xwedîlêderketinê em ê wî azad bikin

   

Songul Talay li Elmanyayê hatiye dinê. Ew jineke ciwan a Êzîdî ye ku fikr û felsefeya Ocalanî tesîr lê kiriye. Ew di heman demê de ji nûnerên Meclîsên Jinên Êzîdî ye. Ew dibêje, ew tevî komek jinên Êzîdî sala 2018an beşdarî nobetê bûye: “CPT û KE beramberê tecrîdkirina Rêber Apo a şidandî bêdeng bûn. Ne mumkin e em vê qebûl bikin. Ji bo doza serbestkirina fizîkî ya Rêber Apo me jî hefteyekê nobet girt. Ev ne tenê çalakiya nobetê ye. Bi vê çalakiyê mirov xwe nêzîktirî Rêber Apo hîs dike.

Sala 2014ʼan felsefeya Rêber Apo û tedbîrên wî girtî, Şengal ji DAIŞʼê rizgar kirin. Ew yekane lîder e ku em çi bin ew me welê qebûl dike. Xwedîlêderketina miletê Kurd û dostên wî wê azadiya Rêber Apo bi xwe re bîne.”

Arabaci: Nekarîn wî ji milyonan qut bikin

   

Şafak Arabaci Elewiyekî Qizilbaş e û sala 2016ʼan tevî komeke ji Holandayê beşdarî çalakiya nobetê bû. Ew ji hevserokê beriya niha yê AvEG-KONʼê ye jî. Ew dibêje, “Hefteya yekê ya 2016’an bû. Tevî komek ji endamên AvEG-KONʼê me nobeta ji bo birêz Ocalan dewr girt. Hingê, em konfederasyonake ji Tirkiyê ya yekî bûn ku beşdarî çalakiya nobetê dibû. Komplo encama kîna burcuwaziya împeryalîst ya li dijî Kurdan jî bû. Hezên ku Kurd kirin mêhtingeh, di şexsê Ocalan de hewl dan Kurdan rehîn bigirin. Lê wan fizîkî ev biribe serî jî, lê wan nekarî fikrên birêz Ocalan ji milyonan mirovî qut bikin.”

Atan: Deyndarê Rêber Apo

   

Sabri Atan endamê NAV-YEKʼê ye. Ew sala 2014ʼan beşdarî çalakiya nobetê bûye. Ew dibêje,

“Felsefeya Rêber Apo hêviya jiyanê dide me. Felsefeya Rêber Apo em Êzîdî ji Fermana 74ʼan xilas kirin. Em xwe deyndarê Rêber Apo hîs dikin. Bi hev re em dikarin azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

 
 

Koma ji Montpellier dewr girt

     

Di hefteya 400ʼî de koma ji bajarê Fransayê Montpellierê nobet dewr girt. Di vê koma Kurdistaniyan de Azad Şirnak, Cevat Guneş, Haydar Çewlik û Baki Alça hene. Berdevkê komê Cevat Guneş got, hefteya 400ʼî rastî salvegera 21ʼê ya Bêbextiya Navneteweyî hatiye û wiha peyivî: “Hêrs û kîna me gelek e. Em ji Montpellierê hatin û ji bo doza azadiya Rêberê xwe bikin, em beşdarî çalakiya nobetê bûn. Azadiya Rêber Apo, azadiya miletê Kurd û miletên Rojhilata Navîn e. Miletê me jî lazim e li gorî vê têkoşîna xwe xurttir bike.”