
Desteya Perwedê ya Kantona Efrînê, tevlî bê derfetiyan jî dest bi temîrkirina dibistanan kir û ji bo 41 hezar xwendekara 295 ji nû ve sererast kir. Desteya perwedê ji bo 295 dibistanên Efrînê hezar û 600 mamoste amade kirin. Desteyê di çarçoveya amadekariyên sala nû ya xwendinê de hezar û 300 mamoste perwerdekirin, her wiha pêşbirk ji bo 500 mamosteyên din re hate lidarxistin û ji van 300 mamoste hatin qebûlkirin.
Piştî amadekarî bi dawî bû mamosteyan ji 1’ê îlonê dest bi çûna dibistanan kir û dest bi qeydkirina navê xwendekaran û amadekariyên mijarên rêxistinî kirin. Xwendekar li ser dibistanan hatin belav kirin û wê di roja 27’ê îlonê dest bi dibistanê bikin. Di dibistanê de wê 41 hezar xwendekarên bixwînin, ji van 31 hezar xwendekarên asta seretayî û derdora 10 hezaran amadeyî û navîn in.
Bi Kurdî, Erebî û Îngîlîzî perwerde
Piştî ku sala berê dersên xwendekarên refa yekem, duyem û sêyem bi zimanê Kurdî hate dayîn, îsal wê metreyalên hemû xwendekarên asta seretayî bi zimanê Kurdî bêne dayîn. Di refa çaran û şûn ve jî dê zimanê Erebî ji refa 4’an de bê dayîn û zimanê Îngilîzî jî wê di refa û 5’an û şûn ve bê dayîn. Ji bo xwendekarên Ereb jî dê metreyal bi zimanê Erebî be, di refa çaran de wê zimanê Kurdî bê derbaskirin û di refa 5’an de wê zimanê Îngilîzî bê dayîn.
Desteya Perwedeyê di vê çarçoveyê de amadekariya pirtûkan kir û ji bo asta seretayî tenê 200 hezar pirtûk wê bêne amadekirin. Desteya Perwedê dê komîteyekê ava bike da ku metreyalên bi zimanê Erebî jî biguhere.
Rola SZK’ê zêde bû
Desteya Perwedeyê û bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî (SZK)’ê metreyal amade kirine û ji bo pêşxisitna metreyalan kedeke mezin hate dayîn. Derbarê metreyalên hatine amadekirin Cîgirê Seroka Desteya Perwedê ya Katnona Efrînê Mihemed Reşîd diyar kir ku Rêjîma Baas sîstema perwedê ya Sûriyê xira kir û ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê yekê di asta fikrî de valatiyek hate çêkirin. Me ji ber wê biryar da ku em metreyalan biguherin, Me ji tecrûbeyên hin welatiyên Ewropa yên pêşketî, her wiha welatiyên di şeran de jiyan kirine encam derxist. Di encama lêkolîna me de metreyalên li gorî civaka exlaqî hate amadekirin.”
Reşîd destnîşan kir ku Rêvebera Xweseriya Demokratîk a Rojava nikara xwendekarên kantonên xwe li ser fikrê Baas perwerde bike û wiha dom kir: “Gelê Rojava ji destê rêjîma Baas gelek zulim û zor dît. Sîstema desthiladariya Baas bû sedemeke sereke ji rewşa heyî ya Sûriyê. Ji ber vê yekê guhertina meteriyalan bingeheke sereke ji hemû gelê Rojava re bû.”
Reşîd daxuyankirin ku hin aliyên li dijî sîstema nû ya perweyê ya Efrînê derdikevin û nêrîna xwe di ber çavan re derbas bikin û wiha axivî: “Aliyên ku li dijî sîstema perwedeyê ya nû derdikevin, ji bo pêşxistina sîstemê tiştek ne kirine û niha li dijî sîstema nû daxuyaniyan didin û dixwaz perwedeya sîstema Baas dikin.”
TÎRAST CÛDÎ/ANHA/EFRÎN