410 malbatên ji bajarê Tebqa û Reqayê li Kampa Holê ji bo vegerê navên xwe qeyd kirine. Rêveberiya kampa Holê li ser daxwaza Rêveberiya Xweser, roja şemiyê dest bi qeydkirina navên koçberên (jin û zarok) kiribû ku dixwazin li bajarê Tebqa û Reqayê vegerin. Paşê jî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê dest bi qeydkirina navên xwe bikin da ku li warê xwe vegerin.
Bêşa yekê teman bû
Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn têkildarî mijarê peyivî û got, “Deriyê qeydkirinê li pêşiya şêniyên bajarê Reqa û Tebqayê vekirî ye. Di nava çend rojên bihurî de buroyên me navên 410 malbatan qeyd kirin. Em hewl didin beşa yekemîn ji koçberên ku dixwazin vegerin, roja pênşemê (30`ê Gulanê) bişînin. Paşê gav bi gav ji bo şandina koçberên din jî xebat wê bên kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN