BÊRÎTAN SARYA / ANHA / HOL

Kampa Holê ya li Bakurê Sûriyeyê, ji bo mirovên ji herêmên cuda yên Sûriye û Iraqê ji şer reviyane hatiye avakirin. Kapasîteya kampê ji bo 40 hezar kesî ye, hejmara mirovên niha li kampê, gihîştiye 51 hezarî. Tevî vê yekê jî hejmara penaberên xwe li kampê digirin, her ku diçe zêde dibe.

Piştî ku beşeke mezin a gundê Baxozê yê herêma Hecînê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin, hevser û zarokên endamên çeteya DAIŞ’ê jî li kampa Holê hatin bicihkirin û li beşeke ku ji bo wan hatiye veqetandin dimînin.

DAIŞ’î  tevî zarokên xwe

Hevseroka Rêveberiya Kampên Kantona Hesekê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Macîde Emîn diyar kir ku ji ber mirovên nû tên, lewma ew nikarin hejmara dawî tespît bikin û got, “Heta niha zêdeyî 2100 jinên ji 49 welatên cuda cihê xwe di nava sîstema DAIŞ‘ê de girtine, tevî zarokên xwe li kampê mîna penaberên din dimînin.”

Pirsgirêkên stargeh û xwarine hene

Emîn di dewamê de got, “Li gel alîkariya hin saziyên navneteweyî û Heyva Sor jî, li kampê pirsgirêkên stargeh, xwarin, vexwarin û tenduristiyê zêde ne. Bi navê rêveberiya xweseriya demokratîk em dixwazin şert û mercên jiyanê yên insanî baştir bikin, lê hêza me têrê nake.

Hêza me têrê nake

Macîde Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir û got, “Mirovên li vir ji ber şertên dijwar reviyane û bûne penaber. Em dixwazin xizmetê baştir bikin, lê hêza me têrê nake. Saziyên alîkariyê divê zêdetir destekê bidin.”