45 sal bi ser damezrandina Yekîtiya Nivîserên Duhok derbaz bûn. Bi vê minasebetê çendîn çalakî hatin lidarxistin, gelek ji parlemanter û saziyên rewşenbîrî bi merema pîrozbahiya nivîseran serdana wan kirin.
Yekîtiya Nivîserên Duhok di 12’ê Tebaxa 1971’ê de hat damezrandin û serokê ewil ê saziyê Şêx Memduh Birîfkanî bû.
Îro roj 270 endamên Yekîtiya Nivîserên Duhok hene û her wiha kovareke bi navê Peyv derdixe ku heta niha 72 hejmarên wê derketîne.
Yekîtiya Nivîserên Duhok heta niha 300 pirtûkên edebiyatê çap kirine, lê vê qeyrana aborî ya Herêma Kurdistanê tê da derbaz dibî, bandor li bizav û çalakiyên wê dike.
DUHOK