Terora girtin û binçavkirinê ya dewleta tirk li hemberî kurdan û aliyên muxalîf her roj zêdetir dibe. Di sala 2012 de bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin. Di meha Kanûnê de herî kêm 450 kes hatin binçavkirin û ji van herî kêm 148 kes hatin girtin.


30 şarêdar girtî ne

Di meha Knûna 2012’an de 3 şaredar jî hatin binçavkirin. Ji van Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak serbest hatin berdan, Şaredarê Sîrtkoy ê navçeya Hezexa Şirnexê Nûrî Akman hate girtin û şandin girtîgehê. Bi vî awayî di girtîgehan de 30 şaredarên kurd û 6 parlamenterên kurd hene. Tirkiye di warê girtina kesên hilbijartî de mezintirîn girtîgeha cîhanê ye.

71 xwendekar binçav kirin

Di meha Kanûnê de yek ji hedefên sereke yên rejîma AKP’ê xwendekar bûn. Ji kesên hatin binçavkirin 71 xwendekarên zanîngehan bûn. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran xwendekarên zanîngeh û amadeyi di girtîgehan de ne. Tirkiye di vî warî de jî di cîhanê de yekemîn e.

Înfaz û êşkence

Di meha dawî ya salê de girtin, binçavkirin, xwepêşandan û êrîşên polîsan qet kêm nebûn. Bi taybet polîsan li dijî zanîngehan êrîşên dijwar pêk anîn. Di 22’yê Kanûnê de li navçeya Sûrê ya Amedê li taxa Alîpaşa ciwanê kurd ê bi navê Ozgur Arda (30) ji aliyê polîsan ve bi guleyan hate qetilkirin. 14’ê Kanûnê jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê kesê bi navê Cemalettîn Demîr ku ji nimêja înê dihat, hate binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan li rastî îşkenceya dijwar hat û rakirin nexweşxaneyê.

73 rojnamevan di girtîgehan de ne

Her weha binçavkirin û girtinên rojnamevanan jî pêk hatin. Di vê mehê de tevî xebatkarên rojnameya Azadiya Welat, nûçegihana rojnameya Evrenselê Sadiye Eser hatin girtin. Li gorî daneyên Plarforma Piştevaniya Rojanmevanên Girtî,  ji 27’ê Kanûna 2012 ve li Tirkiyeyê 10 jê xwediyên îmtiyazê û gerînendeyên karên nivîskî, bi giştî 73 rojnamevan di girtîgehan de ne. 

ANF/BRUKSEL