
Navenda Çapemeniya YPG ê derbarê pevçûnên 24 saetên dawî de yên li kantonên Cizîrê û Kobanê diqewimin daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên komên çete yên DAIŞ ê li herêmên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê ku wekî xetên rojava yên kantona Cizîrê ne berdewam dikin, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser vê yekê jî bersivdayîna şervanên YPG û YPJ ê hîn berdewame û hemû êrîşên çeteyan têne şikandin û derbeyên giran li êrîşkaran hatiye xistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku duh derdora saet di 04.00’an de li hember herêma Til Xenzir a ku dikeve 23 km başûr-rojavayê Serêkaniyê çeteyan êrîş pêk anîn û wiha hate gotin: “Li vir di navbera hêzên me û komên çeteyên ku ji 2 noqteyên cûda ve êrîşî kirin de şerê dijwar derket. Piştî pevçunên dijwar ku heta êvarê berdewam kir, êrîşa çeteyan hate şikandin û derbeyên giran li çeteyan hate xistin.“
Gelek çek hatin desteser kirin
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pevçûnan de bi qasî hatiye tesbîtkirin 25 çete hatine kuştin, hejmarek zêde çete hatine birîndar kirin, 5 cenazeyên çeteyan ketiye destê şervanan, her wiha panzerek, 3 kleş, 1 BKC, 1 Kannas û hejmarek zêde cebilxaneya hatin destserkiririn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di şerê li vê derê 2 şervanên YPG'ê yên ku bi qehremanî şer kirin jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de derbarê pevçûnên derdora bajarê Til Temir jî ev agahî hatin dayîn: “Şevê din hêzên me komeke çete yên li derdora Til Temir bi cih bibûn kirin aramanca çalakiyên xwe. Di heman demê de şevê din hêzên me li dijî çeteyên ku li gundê Til Sekra ya li nêzî Gundê Xerîta ku li navbera Hesekê û Til Temire ye, çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de termê çeteyekî ket destê şervanên me de, her wiha 1 kleş, 1 roketavêja B7 û hin cebilxane hatin destserkirin. Lê derbarê pevçûnê de agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.“
Di daxuyaniyê de hate ragîhandin ku hêzên YPG ê li dijî çeteyên ku li girekî istratîjîk ê gundê Til Nesrî bi cih bibûn hedef girtin û ev agahî hatin dayîn: “Di vir de jî pevçûn derketin, di encamê de tirmpêlek çeteyan hate deribkirin, her wiha bi qasî hatiye tesbîtkirin endamekî çeteyan hatiye kuştin. “
Di daxuyanê de hate destnîşankirin ku şevê din hêzên hevbeş û bi awayekî hem wext li gundên Til Fweda, Til Baz û Til Hirmiz êrîş birin ser deverên çeteyan. Di encamê de 6 endame çeteyan hatine kuştin û birîndar bûne.
Li Kobanê 13 çete hatin kuştin
Di daxuyaniyê de têkildarî berxwedana Kobanê de jî ev agahî hate dayîn: “Berxwedana Kobanê a ku li hember hewldana dagirkirine rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin roja 191’emîn de berdewam dike. Şevê din hêzên me êrîşek birin ser komên çete yên li nizî gundê Qertel a başûr-rojhilatê Kobanê xwe bi cih kiribûn. Piştî êrîşê heman qadê pevçunekî dem kurt hatine jiyankirin. Di encamê de tirmpêlek çeteyan tevlî çeteyên têde hate ruxandin. Bi qasî hatiye zelalkirin 13 çete hatine kuştin. “
QAMIŞLO/KOBANÊ