Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 20’ê Cotmehê li dijî leşkerên ku xwe li dor girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê û girikên derdor bi cih kiribûn çalakî hatiye lidarxistin. HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de ku ji du baskan hate lidarxistin, 5 çeper hatin ruxandin, 14 leşkerên ku di çeperan de bûn jî hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin; 

“Roja 20’ê Cotmehê saet di 09:30 de, hêzên me bi çeka RPG-7 (roketavêj) li çeperên qereqola Durê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê xistin. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

20’ê Cotmehê saet di 11:30 de, leşkerên li dora qereqola Tepê Çeta ya Şemzînanê mayin bi cih dikirin, bûn hedefa hêzên me. Bi çekên giran li leşkeran hat xistin, lê hejmara mirî û birîndaran zelal nebû.

Heman rojê saet di 13:30 de, hêzên me hawan avêtin leşkerên li ser girê Ronahî yê li herêma Mergê ya Şemzînanê. Mirî û birîndarên leşkeran zelal nebû.

Helîkopter hate derbkirin

Roja 19’ê Cotmehê saet di 22:00 de qereqolên Oremar û Bilican û girê ‘Guvenlîk’ yên li navçeya Colemêrg a Geverê, obus û hawan avêtin girê Elîşer. Balafirên şer jî bombe li vê herêmê barandin. Heman rojê saet di 23:00 de, hêzên me bi çekên giran li helîkopterên Skorsky ên leşker datanînin ser gir, xistin. Helîkoptereke Skorsky a li vir derba giran xwar, ber bi qada Geliyê Şukê ve vekişiya. Piştre di navbera hêzên me û leşkerên li vê herêmê şer derket. Di şerê destpêkê de 7 leşker hatin kuştin.

Di sibeha 20’ê Cotmehê de, hêzên me xwe berdan nava leşkerên li girê Koordîne yê li Çelê û girikin li derdorê. Çalakiya li vir ji 2 baskan ve hat lidarxistin û 5 çeper hatin rûxandin. Di encamê de 14 leşker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de 3 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. 

Li dijî qereqola Fafê çalakî

20’ê Cotmehê saet di 13:15’an de, hêzên me avêtin ser girê qereqola Fafê ya li navçeya Mehsert a Mêrdînê. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk, ferdî û sûîqestê li qereqolê da. Baskê din jî bi çekên giran û ferdî li gir dan. Baskê êrîşê yê çalakiyê bi bombeyên destan û çekên ferdî ketin nava kozikan. Hêzên me kûleya ji 3 qatan, 2 kozik, tankek, panzerek, konteynirek, 2 wesayîtên sivîl, çekek giran a A4, 1 dûrbîna bi tîpa Nîkon û gelek alavên teknîkî yên li vî girî îmha kirin. Her wiha çekek G-3 û rextê wê, çekek pompeyî û şarjorê çekeke melez rakirin. Di vê çalakiyê de bi giştî kontraeyek û 6 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Navê kontrayê hat kuştin Hasan Gunduz e ku navê Ziyabo li xwe kiribû. 

Operasyon didomin

18’ê Cotmehê artêşa TC li gundên Pirosa, Batê û Hemka yên navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Beşek ji hêzên vê operasyonê di êvara 20’ê Cotmehê de vekişiya. Lê li herêmê hê jî yekîneyên veşartî hene.

Roja 17’ê Cotmehê, artêşa TC li herêma Şehîd Navdar a navçeya Licê ya Amedê operasyonek da destpêkirin.  Operasyon piştÎ rojekê di 18’ê Cotmehê de qediya.

Beşdarên operasyonê bûne hedef

19’ê Cotmehê saet di 08:00 de hêzên me yên gerîla, li nêzî gundê Seremis ê navbera navçeyên Lice û Pasûrê, li dijî yekîneyeke leşkerî ya li qada Şehîd Navdar ji operasyonê vedigeriya çalakiyek pêk anîn. Di encama derbên ji cihekî nêz ve hatin lêxistin, mînîbuseke leşkerî îmha bû û 4 leşker û 3 kontra hatin kuştin. 

Di şeva 20’ê Cotmehê saet 00:00 de hêzên me yên gerîla li nêzî gundê Qetinê yê li navçeya Karaz a Amedê, li dijî lûleya petrolê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama teqînê de zerareke mezin rû da.”


 ANF / BEHDÎNAN