Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê yên 25’ê Nîsanê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan kesan kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Henedî Mehmûd Mislim, Hoşeng Bîran (Karker Anduq), Heysem Ekar û Ardar Serêkaniyê ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Dicle ya gundê Termik a Kobanê hatin definkirin.
Cenazeyên 4 tekoşeran ji aliyê sedan kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hatê wergirtin û bi diruşmeyên ˮbijî berxwedana YPG’ê, Bijî berxwedana YPJ’ê û Şehîd Namirinˮ bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik a Kobanê ve da rê. Li gundê Termikê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîme de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Şêxo axivî û ji malbatên her çar têkoşeran re sersaxî xwest.
Şêxo, bang li gelê Kurd kir ku li ser oxira şervanên azadiyê bimeşin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana parastinê bibin. Piştî axaftinan, girseyê cenazeyên çar şervanan bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.
Dilovan li Amûdê sipartin axê
Bi desan welatiyên bajarê Amûdê û gundên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Dilovan El-Melek (Dilo Girfêris) li Goristana Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê sipartin axê.
Cenaze ji aliyê sedan kesî û dehan endamên YPG’ê ve ji navenda tenduristiyê ya bajarê Amûdê hate wergirtin. Piştre cenaze bi armanca nihêrîna dawî ya malbatê bi kerwanekî tirempêlan birin gundê lê ji dayîk bûyî, Girê Fêris. Paşê li Amûdê hat vegerandin û li ber Navenda Tenduristiyê ya Amûdê ji aliyê girseyê ve hatê wergirtin. Girseyê cenaze bir goristana Şehîd Îsmaîl. Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate pêşkêşkirin.
Di merasîmê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, li ser navê Saziya Malabtên Şehîdan Ehmed Silêman, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Dilovan El-Melek bavê wî Salar El-Melek axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malabata şervanê YPG’ê û hemû cangoriyên azadiyê re hat xwestin. Piştî axaftinan sîcilê şervanê YPG’ê hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenaze bi tilîlî û durşmeyan spart axê.
AMÛDÊ/ KOBANÊ