Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete li dijî kantonên Efrîn û Kobanê dewam dikin û di encama bersivdayîna hêzên wan de 5 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 27’ê Gulanê, çeteyên artêşa Tirk bi hawan û topên cehenemê êrîş birine ser girê gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê. Her wiha bi obûsan êrîşî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Belûnê yên Efrînê kirine.
Di dewama daxuyaniyê de jî ev agahî hatin dayin: “Di 29’ê Gulana 2017’an de 5 çeteyên artêşa Tirk ku dixwestin êrîşî çeperên hêzên me yên li gundê Bêlûniyê yê girêdayî Efrînê bikin, ji aliyê şervanên me ve hatin dîtin. Di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî û di encama vî şerî de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Her wiha çeteyan bi topên hawan û katuşa êrîşî gundê Derbelût û girê Dewa yên girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê kir. Di encama êrîşê de 4 hektar zeviyê sivîlan yên çandî şewitî. Hêzên me di heman demê de bersiva êrîşa çeteyan da, lê hêjmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Dîsa çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrîşî gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê kir. Di heman rojê de hêzên me bersiv da êrîşa çeteyên girê gundê Îska yê girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê. Di encama bersivdayîna hêzên me de 3 çete hatin kuştin. Di 30’ê Gulana 2017’an de leşkerekî artêşa Tirk patoseke gundiyên gundê Korana li rojhilatê Kobanê gulebaran kir. Hêzên me jî di heman demê de bersiva êrîşê da. ”
NAVENDA NÛÇEYAN