
Navçeya Cizîrê bi sekna xwe ya paşvegav neavêt ve bi rojan li ber xwe da û navê xwe li dîroka Kurdan da nivîsandin. Li dijî şerê ku dewlet bi çekên giran û rêbazên şerê psîkolojîk ve êrîşî îradeya gel dike welatiyên navçeyê û yên ku ji bo piştevaniya wan hatine zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bavê 6 zarokan bû
Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dan de jin, zarok, pitik, kal û pîr, zarokên di zikê dayikên xwe de jî hebûn. Yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest da jî Mahmut Duymak (51) ê bavê 6 zarokan bû. Li taxa Cûdî ya Cizîrê dima. Duymak ê ku karê nakliyeya nav bajêr dike, piştî ku di salên 90’an de gundê wan Deştalelan ji aliyê hêzên dewletê ve hate xirakirin koçî navçeya Tarsusê ya Mêrsînê kir. Di 2001’an de careke din vegeriya Cizîrê. Malbata wî ji ber êrîşên hêzên dewletê derbasî taxa Nûrê bûn, ew jî li hemberî êrîşên hêzên dewletê û xilaskirina welatiyên birîndar têkoşîn da.
DI jêrzemîne yekemîn de bû
Duymak herî dawî bi welatiyê bi navê Ahmet Tunç re çû taxa Cûdî û piştî ku hevalê wî hate qetilkirin ji bo xwe biparêze çû taxa Cûdî û xwe spart jêrzemîna avahiyekî ya ku wekî yekemîn jêrzemîna hovîtiyê hate pênasakirin. Ev agahî piştî ku tevli berdameya televîzyonê bû û rewş vegot derketibû holê.
Duymak di telefonê de li dijî bêdengiya cihanê ya li hemberî qatlîamên AKP’ê wiha gotibû: “Mirovahî li kû ye, dê çawa hesab bidin. Ma dê hesab bidin cenazeyên me. Bila mirovahî ji xwe şerm bike. Mirovahî li Cizîrê tê topebarankirin. Ji aliyê sekvanan ve tên qetilkirin. Êdî bes e. Em jî mirov in, ev mirov li kû ne? Heke mirovahî dê bê jiyankirin divê hemû kes mudaxaleyî vê yekê bike. Dibe ku em careke din nikaribin biaxivin. Silav û rêz.”
‘5 kîlo hestî dan’
Cenazeyê Duymak ê rakiribûn Saziya Tiba Edlê ya demî ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye vekirin piştî testa DNA’yê hate kirin, hate tespîtkirin, derket holê ku cenazeyê Duymak bi tevahî hatiye şewitandin. Hevsera Duymak Lutfiye Duymak diyar kir ku ew ê li pey vî bûyera ku hevserê wê hatiye qetilkirin tu caran bernede û wiha axivî: “Biçe kû bila biçe, Destên min dê li pêsîra wan be. Ez ê pey vî dozê bernedim. Ez ê hesabê hevserê xwe bpirsim.”
Duymak bi lêv kir ji ber ku cenazeyê hevserê wê nedihat naskirin bi testa DNA’yê ve hatiye tespîtkirin û nerazîbûna xwe bi gotina “Hevserê min qetilkirin. Şîro 5 kîlo hestî didin destê min. Dibêjin ve ya hevserê te. Hevserê min bi hovane hatiye qetilkirin. Şewitandine. Tu tiştekî wî nemaye” anî ziman.
DÎHA/ŞIRNEX
‘101 cenaze hîn nehatine teşhîskirin’
Maseya Krîzê ya ji bo birevebirina otopsiya hemwelatiyên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin li Amedê pêk hat, diyar kir ku cenazeyên gihandine nexweşxaneyan bi giştî 178 heb in. Mase da zanîn ku ji hemwelatiyên hatine qetilkirin 65 heb heta niha hatine definkirin û 12 cenazeyên din jî hatine teşhîskirin lê belê hîn nehatine definkirin. Her wiha Maseya Krîzê diyar kir ku 101 cenaze jî bo bên teşhîskirin li nexweşxaneyan in û ji cenazeyan tenê 41 heb di encama danberheviyên DNA’yê de hatine teşhîskirin.
Zilmê wan hê jî dewam dike
Maseya Krîzê ya ji aliyê DBP, MEYA-DER û Komeleya Huqûqnasan a Mezopotamyayê(MHD) ji bo bi awayekî zelal birêvebirina otopsiya cenazeyên hemwelatiyên li Cizîrê hatin qetilkirin, li Amedê hatibû avakirin. Maseya Krîzê îro li Navenda Giştî ya DBP’ê bi civîneke çapemeniyê daneyên derbarê wehşet otopsiyê de daxuyand. Endama DBP’ê ya PM’ê Ayşegul Çoban di civînê de diyar kir ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de heta niha 178 hatine derxistin û ji vana 41 jê di encama danberheviyên DNA’yê de hatine tespîtkirin û wiha got, “Li Cizîrê piştî pêkanîna komkujiya wehşetê, di ser cenazeyan re dixwazin zilmê li malbatan bikin. Dema malbata cenazeyên xwe werdigirin rastî tacîz û geflêxwarinê tên. Bi rojan nikarin cenazeyên xwe wergirin.”
13 cenaze hatine revandin
Çoban malbata hişyar kir ku ji bilî Maseya krîzê bila serî li tu kesî û derî nedin û bawer nekin. Çoban ji malbatan xwest ku ji bo cenazeyan û nimûneyên DNA’yê serî li Maseya Krîzê bidin û da zanîn ku ji aliyê berpirsiyaran ve cenaze bêyî li benda encama DNA’yê bê sekinandin li goristanên bêkesan tên definkirin. Her wiha Çoban dest nîşan kir ku, li şirnexê 13 cenaze jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine revandin û li goristana bêkesan hatine definkirin.
Daneyên Maseya Krîzê
Maseya Krîzê diyar kir ku li Cizîrê cenazeyên ku ji jêrzemînên wehşetê hatine derxistin 78 heb li Xabûrê, 13 li Şirnexê, 28 li Rihayê, 20 li Dîlokê, 17 li Mêrdînê, 16 li Cizîrê û 6 li Meletiyê bi giştî 178 heb cenaze ne.
Daneyên Maseya Krîzê yên din wiha ne:
*Heta niha ji cenazeyên hatine derxistin 65 heb hatine definkirin. 12 yên din jî hatine teşhîskirin lê hîn nehatine definkirin. 101 cenaze jî hîn nehatine teşhîskirin.
*Cenazeyên ku ji bo teşhîsê hatine rawestandin jî li Rihayê 13’ê, li Xabûrê 53, li Dîlokê 9, li Mêrdînê 6, li Cizîrê 14 û li Meletiyê 6 heb in.
AMED