QSD: Piştî rizgarkirina gundê El-Meraşda li eniya El-Sûsê, niha tenê hebûna DAIŞ`ê li kêmtirî 5 kîlometreyên bi çarçik li eniya Baxozê maye. Piştî rizgarkirina vê herêmê em ê mizgîniya rizgarkirina tevahî gundên rojhilatê Dêra Zorê ji DAIŞ`ê ragihînin.
DIYAR EHMO / ANHA / DÊRAZOR
Şervanên QSD`ê di qonaxa dawî a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de bi pêş ve diçin. Şervanan dor li çetayan teng kiriuye û derbên giran li wan didin. Şervanên QSD’ê li herêma ku bi navê “Erdê Xîlafetê” dihat naskirin, bi pêş ve diçin. Li gorî agahiyan tenê 2 gundên li rojhilatê Dêra Zorê di destê DAIŞ’ê de mane. Li aliyê din Meclisa Sivîl a Dêra Zorê jî Zend û bend badan û civîneke giştî ji bom meclisan, komîteyan û hêzên ewlehiya hundir bi rê ve bir.
Şerê Tunekirina Terorê bi beşdarbûna hemû hêzên di bin banê QSD`ê de li eniya Hecîn û El-Sûsê dest pê kir. Piştî rizgarkirina gundê El-Meraşda li eniya El-Sûsê, niha tenê hebûna DAIŞ`ê li kêmtirî 5 kîlometreyên bi çarçik li eniya Baxozê maye. Piştî rizgarkirina vê herêmê jî, wê QSD rizgarkirina tevahiya gundên rojhilatê Dêra Zorê ji DAIŞ`ê ragihîne.
Sivîlan dikin mertal
Li gorî agahiyên dawî yên fermandariya QSD`ê, DAIŞ sivîlan weke mertalên zindî li pêşiya şervanên wan bi kar tîne, û ev sivîl jî zêdetirê wan ji malbatên çeteyan in. Hin ji wan jî ji şêniyên wan herêman in. Ji ber vê yekê ji bo ewlehiya sivîlan li wan deran, şervan bi baldarî tev digerin.
Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin biçin Tirkiyê
Gerînendeyê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî, li ser pêngavê peyivî û got, “Çeteyên DAIŞ’ê ji me dixwazin ku em rêyeke ewle vekin da ku biçin Tirkiyeyê yan jî Idlibê. Lê ev daxwaza wan ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD`ê ve hatiye redkirin û ji wan hatiye xwestin ku teslîm bibin.”
QSD´ê Pêngava Bagera Cizîrê 9`ê Îlona 2017`an ji bo rizgarkirina gundên rojhilatê bajarê Dêra Zorê dabû destpêkirin. QSD`ê di 11`ê Îlona 2018`an de ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ji bo cihê herî dawîn ê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên Hecîn, El-Sûsê, El-Şefê û Baxoza Jorîn ragihand.
Zend û bend badan
Bi nêzîkbûna rizgarkirina Dêra Zorê re, Meclisa Sivîl a Dêre Zorê civîneke berfireh ji meclis, komîte û Hêzên Ewlehiya Hundirîn re organîze kir.
Civîn li Hola Meclîsa Herêmî ya bajarokê El-Kisra pêk hat. Hevserokên Meclisa Sivîl a Dêre Zorê, endamên Komîteya şaredariyê, rêxistinên mirovî, Komîteya Perwerdeyê, meclisên herêmî yên gundewarên rojavayê Dêra Zorê û fermandarên Hêzên Ewlehiya Hudirîn di civînê de amade bûn.
Em ê herêma xwe biparêzin
Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêre Zorê Xesan Yûsiv axaftina destpêkê kir û got, “Gelek gotin û gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Lê ev ax bi xwîna bi hezaran cangoriyan hatiye rizgarkirin. Em amade ne ku herêma xwe biparêzin û birêvebibin”
Hevseroka Komîteya şaredariyê Heniya Mihemed jî diyar kir ku divê şaredariya El-Cezrat ji nû ve bi rola xwe rabe.
Hevserokê Komîteya Çandiniyê Mihemed Ezîz jî got, “Lazim e ruxsetên çandiniyê ji bo xelkê herêmê bê dayin û mazot li wan bê belavkirin. Berpirsê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Dêre Zorê jî diyar kir ku hewldanên wan ji bo zêdekirina bendên kontrola ewlehiya herêmê hene.
Koalîsyona li dijî DAIŞ`ê dicive
Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku piştî biryara Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, hefteya bê wê li Washingtonê bi wezîrên dervê yên welatên endamê koalîsyona li dijî DAIŞ´ê re kom bibin.
Civîn a 6`ê Sibatê li Washingtonê li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ku ji 79 dewletan pêk tê, çêdibe.
Xebata bicihanîna îstiqrarê
Wezareta karê derve li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Emerîka li ser nevegerandina DAIŞ`ê careke din li Sûriyê û Iraqê, taybet piştî vekişandina hêzên Emerîkayê ji Sûriyê, bi israr e. Piştî bibinketina rêxistina DAIŞ`ê li meydanên şer, kooalîsyon wê xebata bicihanîna îstiqrarê û vegera ewlehiyê ji koçberan re dewam bike.”
WASHINGTON