
Nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ`ê yên di berxwedana gundên Sefsafah Bakur û Başur jiyana xwe ji dest dayî, hate eşkerekirin.
Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ`ê eşkere kir. YPG`ê sersaxî ji malbatan re xwest.
YPG`ê diyar kir ku operasyona ji bo rizgarkirina bajarokê Tebqa û Bendava Firatê, bi awayekî serketî ji alî Hêzên Sûriya Demokratik (QSD) ve tê domandin. YPG`ê anî ziman ku di encama şerê dijwar ê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de li her du gundên Sefsafah (Bakûr û Başûr) hatin rizgarkirin, bi vê yekê her du baskên şervanên Pêngava Xezeba Firatê gihîştin hev.
Wan xwe ji bo sivîlan kir mertal
YPG´ê da zanîn ku di şer de QSD´ê derbên giran li çeteyên DAIŞ´ê xistine û wiha dewam kir: "Çeteyan bi armanca şikandina dorpêçê dîsa xwest bi mertalên zindî, maşîneyên bombebarkirî û êrîşên xwekujî encamê bigirin. Lê tevî hemû hewldanên xwe jî encam bi dest nexistin. Piştî şerê giran û bênavber ê nêzî 40 saetan ê li gundên Sefsafah, yek jê serçete herî kêm 50 çete hatin kuştin, ji van termên 14’an ket destê şervanan."
YPG´ê da zanîn ku wan ewlehiya niştecihên sivîl ên ku di dema şer de ji alî çeteyan ve weke mertalên zindî hatin bikaranîn esas girtiye û wiha dewam kir: "Şervanan ji bo parastina can û tendurustîya wan bi awayekî fedaî bi vê erkê rabûn. Şervanên QSD’ê dema rizgarkirina qadê xwe ji gel re kirin mertal. Di encama vê de 5 hevalên me dema ku bi erka rizgarkirina gundan radibûn gihîştin şehadetê."
YPG´ê herî dawî soz da ku ew ê bîranîna şervana di têkoşîna xwe de zindî bikin û "armancên wan bi serketinê ve tacîdar bikin" û ji malbatên şervanan re, ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê xwest.
Şervanên pakrewan ên YPG û YPJ´ê jî ev in: Arîn Mîrkan a bi navê malê Fatma Aktaş, li Tebqa, Sefsafa 5 Nîsana 2017an jiyana xwe ji dest da, Arjîn Argeş Mazlum a bi navê mal Pakîze Çîçek, li Tebqa, Sefsafa 5ê Nîsana 2017´an jiyana xwe ji dest da; Bermal Şevîş a bi navê malê Hêlîn Çevîşoglu, li Tebqa, Sefsafa 5´ê Nîsana 2017´an jiyana xwe ji dest da; Çiyazan Amed bi navê malê Tayfun Usun li Tebqa, Sefsafa 5´ê Nîsana 2017´an jiyana xwe ji dest da; Demhat Tîrêj bi navê malê Îbrahîm Dayan li Tebqa, Sefsafa 5´ê Nîsana 2017´an jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN