HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku Tîrmeha 2019’an li Xakurkê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, 29’ê Tîrmeha 2019’an li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevrêyên wan Artêş, Bager, Demhat, Leşker û Simko şehîd bûn. Agahiyên der barê nasnameyan de weha ne:
Artêş Welat Goyî (Gabar Şengul) li Şirnexê ji dayik bûye. Bager Adar (Rifat Adar) li Wanê ji dayik bûye. Demhat Nerdûş (Çetîn Akin) li Colemêrgê ji dayik bûye. Leşker Roj (Şahap Îrçîn) li Colemêrgê ji dayik bûye. Simko Kerboran (Nîhat Baysal) li Mêrdînê ji dayik bûye.
Di daxuyaniyê de li ser kesayeta şehîdan weha tê gotin:
Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko her yek ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn, di nava malbatên welatparêz de mezin bûn û di her qada jiyanê de zext û zilma dewleta Tirk a kujer dîtin. Hevrêyên me pêkanînên faşîst û qirker ên dijmin ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekirin, ketin nava lêgerîna li rastî û azadiyê û li ser rêya vê azadiyê dîtin ku têkoşîneke esasî li çiyayên Kurdistanê dikare bê meşandin.
Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan a azadiyê bi ser bixînin.”
ANF/BEHDÎNAN