
5 serçeteyên DAIŞ’ên tevî malbatên xwe û çekên xwe ve teslîmî Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bûn. Çeteyên DAIŞ’ê piştî rizgarkirina Reqa û derbên giran li Dêra Zorê dixwin, kom bi kom teslîmî QSD û YPG’ê dibin.
25’ê Cotmehê jî yek jê Tunisî, 4 jê Turkmenistanî, serçeteyên DAIŞ’ê, tevî zarok û hevjînên xwe teslîmî yekîneyên Antî Teror (YAT) bûn.
Navê serçeteyên DAIŞ’ê yên teslîm bûyî Ebu Ibrahîm (Elî Şêx Umer), Ebû Ehmed Tunusî (Elî Ahmed Maxrewî), Ebû Bilal Turkistanî (Muxtar Haşim), Ebu Seîd Turkistanî (Elî Hesen) û Îlyas (Ezmet Kurban) e. Çeteyan tevî çekên xwe yên ji 7 Kalaşnîkof, 2 M-16, 2 demançe, 4 rext, 33 şarjoren kalaşnîkofê, 12 bombeyên destan, 2 hezar guleyên kalaşnîkofê, 50 guleyên BKC, 250 guleyên M-16 û hinek alavên teknîkî yên mîna telefon û kompîter radestî Yekîneyên Antî Terorê kirin.
Têkildarî serçeteyên teslîm bûyî, YAT’ê lêpirsîn da destpêkirin.
KOBANÊ