
Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku îro di seat 05.30’an de mayîneke ku li başûrê benda Til El-Tewîl, li nêzî çerxerêya gundê Til Tehîn ê li ser riya Til Hemîs-Tibespiyê hatibû çandin bi tirimpêleke veguhezanedina sivîlan de teqiya.
Li gora agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, piştî teqandina mayînê, tirimpêla ku sivîl radikirin rastî gulebaranek dijwar hatiye.
Di encama teqîn û gulebaranê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 ên din jî bi giranî birîndar bûn.
Li ser buyerê Hêzên Asayîşê berê xwe dan cihê teqînê û dest bi lêkolînan kirin.
TIRBESPÎ