Ekîbên TEM'ê yên girêdayî Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li Stenbolê Enqere û Îzmirê serê sibê li dijî DHKP'ê li gelek malan operasyon pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de di navde parêzerên endamên ÇHD'ê jî heye gelek kes binçavkirin. Polîsan bi ser ÇHD û Buroya Hiqûqê ya Gel de jî girtin. Polîsan li Stenbolê di serdegirtina malan de 10 parêzer jî binçavkirin. Hat zanin ku der barê Serokê Giştî yê ÇHD'e Selçuk Kozagaçli jî biryara girtinê heye. Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku Grup Yorum lê xebatê dimeşîne de girtin û deriyê wê şikandin. Polîsan piştî bombeya gazê avêt hundirê navendê gelek kes binçvkirin. Polîsan bi ser Kovara Yurüyuş a Mecidiyekoyê de jî girtin. Li Enqere û Îzmirê jî polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtin. Di serdegirtinan de Serokê ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanay endamen komeleyê Guçlu Sevîmlî, Guray Dag, Ebru Tîmtîk, Barkin Tîmtik, Gunay Dag, Şukriye Erden, Naciye Demîr, Efkan Bolaç, Gulvin Aydin. hatin binçavkirin. Ji er ku Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli li derve welat bû nehat binçavkirin. Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê dê sibê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan bi ser mala Serokê ÇHD'a Enqereyê de girtin û lêgerîn pêk anîn.
Yekîneyên Miduriyeta Polîsan a Enqereyê jî li dijî endamên DHKP-C'ê operasyon pêk anî. Polîsan bi ser mala Serokê Giştî yê ÇHD'ê ya li Enqereyê Selçuk Kozagaçli de girtin û lêgerîn pêk anîn. Lêgerîna mala endamê ÇHD'ê Prz. Ozgur Yılmaz jî didome.
Li Îzmirê jî bi ser gelek malan de girtin û 15 kes hatin binçavkirin. Kesen hatin binçavkirin wiha ne: "Serap Tursun, Zeynep Yılmaz, İnan Sezer, Gokhan Çoban, Yusuf Dut, Çaglar Çevik, Mert Toka, Gulhan Sogoltici, Eylem Mahanda, Didem Tutenk.
DÎHA/STENBOL