Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa siheta çalakgerên di greva birçîbûnê li Strasbourgê dişopîne, got, êdî di roja 50´î de dibe ku byereke nexweş biqewime, lê moral û motîvasyona çalakgeran dîsa jî xurt e.

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasbourgê Yuksel Koç, ji ber ku rewşa siheta wî gelekî nebaş bû, pêr rakiribûn nexweşxaneyê. Koç ji nû ve li çalakiyê vegeriya. Bijîşk, Dr. Fahrettîn Gulşen rewşa çalakgeran li cihê cih dişopîne û wî agahî li ser rewşa wan dan.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bêdawî û nedorveger, 50 roj li pey xwe hiştin. Dr. Fahrettîn Gulşen li ser rewşa tenduristiyê ya Yuksel Koç û çalakgerên din agahî dan. Wî got, Koç dermankirinê qebûl nake û niha di bin kontrolê de ye.

Dr. Gulşen got, ji roja 46’an û pê ve wan pirsgirêkên dil, her wiha sîstema hezmkirinê li bedena Koç tespît kirine û diyar kir, îna bihurî ji saet 13’an û pê ve, êşa zik a giran, êşa dil, gêjbûn û pirsgirêkên konsantrasyonê pê re peyde bûne.

Dr. Gulşen bi bîr xist ku ji ber ku êş lê gelekî giran bû, ew neçar man bang li ambûlansê bikin û got, ”Doktorên ku bi ambûlansê hatin, piştî kontrolê teşxîsên ku me danîbûn piştrast kirin û israr kirin ku divê wî bibin nexweşxaneyê.”

Kezebê tesîr li organên din jî kir

Yuksel Koç doh 7 saetan li servîsa lezgîn a nexweşxaneyê ma û piştî kontrolê ji ber ku dermankirin red kir, vegeriya cihê çalakiyê. Dr. Fahrettîn Gulşen kontrola li nexweşxaneyê li Koç hate kirin nirxand û got, pirsgirêkên oksîtbûna kezebê bandor li organan hemûyan kiriye. Ji ber ku di bedena Koç de xwîn bi têrkerî paqij nabe, organên din jî nikarin baş bixebitin, lewma bêhal dibe, serê wî diêşe û êşên cuda lê peyda bûne.

Kontrol dewam dike

Koç û çalakgerên din ên greva birçîbûnê ji aliyê Dr. Fahrettîn Gulşen û hempîşeyên wî yên din ve tên kontrolkirin. Koç ê ku neçar e timî veketî be, nikare mirovên tên serdanê pêşwazî bike û tenê çend kes ji malbata wî ji bo demeke kin dikarin wî bibînin.

Dr. Fahrettîn Gulşen bi bîr xist, ji çalakgeran Kerem Solhan jî di nava hefteyê de rakiribûn nexweşxaneyê û piştî kontrolê li cihê çalakiyê vegeriyabû. Dr. Gulşen anî ziman ku li gel rewşa nebaş a tenduristiya Solhan jî motîvasyon û moralê wî xurt e.

Dr. Fahrettîn Gulşen bi bîr xist ku greva birçîbûnê 50 roj li pey xwe hiştine û got, her kêlî dibe ku rewşa çalakgeran giran bibe û rewşeke neerênî biqewime.

 

ANF/STRASBOURG

 
 

Xwedî li berxwedanê derkevin

   

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku xwedîderketina li berxwedêrên grevên li dijî tecrîdê ji bo gelê Kurd mijareke wijdanî ye û da xuyakirin ku divê rejîma Erdogan divê bi destê cihana derve bê tecrîdkirin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî (KNK) Nîlufer Koç çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê li Strasbourgê û banga xwedîderketina li berxwedanê kir.

Kurdên Ewrûpa bi erka xwe rabin

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger gihiştiye asteke krîtîk û diyar kir ku divê gelê Kurd ‘zend û bendan bade’. Koç da nîşan ku li Kurdistanê û welatên derve bi sedan girtî û siyasetmevan bi ruhê fedayî ji bo siberoja gelê Kurd çalakiyê dikin, li dijî tecrîda li ser Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Koç îşaret bi rewşa krîtîk a çalakgeran kir û got, “Roleke mezin dikeve ser milê gelê me yê li Ewrûpa da ku bike ku CPT bi erka xwe rabe.”

Divê Erdogan bê tecrîdkirin

Koç got, divê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk li sazî û welatên Ewrûpayê bên teşhîrkirin û wiha peyivî: “Êdî dem hatiye Erdogan bê tecrîdkirin.” Koç diyar kir ku divê Kurdistanî li her cihî nerazîbûna xwe nîşan bikin, polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk pûç bikin.