Nûnerê Rêveberiya Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Zanyar Kadir got, ew mirovan ji bo şer teşwîq nakin, hîn bêhtir ew teşwîqî alîkariya însanî dikin.
Berdevkê pêşmergeyên ku ji Swêdê vegerayî Başûrê Kurdistanê, Ahmad Mayî jî anî ziman ku Swêdî jî di nav de gelek Ewrûpî ligel pêşmergeyan şer dikin.
Tevî ku tê zanîn gelek Swêdî li nava refên YPG´ê û pêşmergeyan şer dikin, piraniya wan nasnameya xwe ji raya giştî re eşkera nakin. Yek ji Swêdiyên di nava refên YPG'ê de li dijî DAIŞ'ê şer dike û nasnameya xwe eşkera kiriye, Jesper Soder e. Soder anî ziman ku ji bo rewşa li Sûriye û Rojava ji raya giştî ya Swêdê û cîhanê re vebêje, di heman demê de ji bo desteka ji Kurdan re peyda bike, wî nasnameya xwe eşkera kiriye. Soder da zanîn ku bi qasî 400 Swêdiyan bi rêya medya civakî jê re ragihandine ku ew dixwazin tevlî têkoşîna li Rojava bibin. n
STOCKHOLM