Di projeya Sîbera destanên Kurdî de, ji bo diyarkirina destanê û ji weşanê re amadekirina wê, şêwreke bi Weşanên Pel, nivîskarên metnan re çêdibe. Weke rêbaz jî, pêşî destaneke dirêj (ji sê ta 4 beşan) paşê yeke kurt (yek beş) tên amadekirin: Mesela Dewrêş 45 deqîqe bû, piştre me yeke kin xiste navberê, Kela Dimdim çar beş e. Bi vî rengî yeke kin û yeke dirêj em bi cih dikin.”
Bi giştî 52 beşên 15 deqîqeyî û teqrîben wê 25 destan hebin. Wekî din tê plankirin ku adaptasyona ji bo zarokan bê kirin û weke kitêp bê çapkirin. Wergera Kirmanckî ya berhemên bi Kurmancî û wergera Kurmancî ya berhemên bi Kirmanckî jî tê plankirin.
Mûzîk muhim e; di nava destanê de kilam ji nû ve tên gotin û ji bo wan mûzîk tê amade kirin û qeydkirin: “Ji bo Elo Dîno, Elî Tekbaş kilam got. Herçî Xelef e, Mesûd Gever. Zembîlfiroş jî Talat Yeşil got.”
Bername heger pirsgirêkên teknîkî çênebin, her pêncşem gava li Amedê saet 20:00 e li ser ekranên Stêrk TV’yê ye.