Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, bîlançoya pevçûnên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ yên li gundê Qestel Cindo yê Efrînê rû dan, aşkera kir. YPG’ê ragiyand di pevçûnên 3 rojan de 52 endamê DAIŞ hatine kuştin. Lê çavkaniyên herêmî didin diyar kirin zêdeyî 200 endamê DAIŞ’ê di wan 3 rojan de hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya YPG’ê; pevçûnên bi êrîşa çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/El Nûsra destpê kirin, di roja yekemîn de 30 endamên DAIŞhatine kuştin. Heman rojê, li nuqteyeke ku nêzî 100 endamên DAIŞlê civiyabûn, guleya tanga YPG’ê lê ket. Hejmara kuştî û birîndarên komên çekdar ên li vê derê nehat tespîtkirin.
Rojek piştre yanî di 3’ê Cotmehê de, tangên YPG’ê êrîşî biryargeheke çeteyan a li nêzî Ezazê kirin. Hat ragihandin ku di çalakiya li vê derê de jî nêzî 20 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatin kuştin. Di pevçûnên tevahiya rojê de li sê nuqteyên cuda bi giştî 12 çeteyên ser bi DAIŞhatin kuştin.
Li nêzî Ezazê, xaniyekî ku ji aliyê komên ser bi DAIŞve weke biryargeh dihate bikaranîn, rastî çalakiya tangên YPG’ê hat û di encamê de agir bi xanî ket. Her wiha wesayîtek tê endamên DAIŞhebûn, hat rûxandin, lê hejmara miriyên komên çete de agahî nehat bidestixistin.
Komên El Qaîdeyî xwestin ji gundê Yazibag ê li ser sînorê Tirkiyê yê ser bi bajarê Ezazê êrîşî mewziyên YPG’ê bikin. Bi bersivdayîna hêzên YPG’ê re pêşî li êrîşê hat girtin.
Di pevçûna roja yekemîn de sê û ya roja duyemîn de jî du şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, yek jê jin hay ji sê şervanên YPG’ê nîne.
Di encama pevçûnên sê rojan de bi dehan endamên DAIŞhatin kuştin, du wesayîtên van hatin rûxandin, tangek hat têk birin, du çekên doçka hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku sê cenazeyên çeteyên DAIŞjî di destê YPG’ê de ne. Çavkaniyên herêmî radigihîne ku di pevçûnên sê rojên dawî de, komên çete yên DAIŞzêdeyî 200 windahî dane.
Pevçûnên li gundê Êzidiyan Qestel Cindo yê li rojhilatê Efrînê dewam dikin. Li rojavayê Atmayê jî komên DAIŞêrîşî YPG’ê kirin. Pevçûnên ku duh bi şev bi êrîşan re li girên di destê YPG’ê de destpê kirin, heta îro danê nîvro dewam kirin.

Du wesayît rûxandin

Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku YPG’ê du wesayîtên ku doşka li ser ên komên çete yên girêdayî tevgera Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) rûxandin. Her wiha di pevçûnên li derdora gundê Sefa yê başûrî navçeya Çilaxa hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û ji wan 14 kuştî di destê YPG’ê de ne.
Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku di pevçûnên di navber YPG’ê û komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê de îro piştî nîvro du wesayîtên komên çete ku doşka li ser bi temamî rûxandin û hejmarek ji wan kuştin û 14 kuştiyên komên çete di destê şervanên YPG’ê de ne.
Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê îro ji saet di 05.00’an de êrîşî gundê Sefa kirin. Di encama êrîşê de pevçûn di navbera YPG’ê û komên çete de derketin. Hate ragiyand YPG’ê di wan pevçûnan de çekên giran bikaranîne û bi dehan çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Hate zanîn pevçûn heta niha di navbera YPG’ê û komên çete de didomin.

Li dij baregehên çetayan çalakî

Hat ragihandin ku piştî êrîşa komên çete yên girêdayî DAIŞ / El Nusra ya bi ser Serêkaniyê ve şervanên YPG û YPJ’ê jî li dijî baregehên komên DAIŞ’ê yên gundê Mişrafa yê 4 km başûrê Serêkaniyêye, Esfer Necar, derdora gundê Kişto û  bajarokê Til Xelef yên rojavaya Serêkaniyê çalakiyên hem wext lidarxist. Hat ragihandin ku çalakî çar saetan dom kiriye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin şervanên YPG û YPJ’ê gelek baregehên DAIŞ / El Nusra rûxandine û bi dehan komên çete jî kuştine. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê birîndarên xwe li ser gundê Ezîziye ya ku 10 km dikeve rojavayê Serêkaniyê û li ser sînora Tirkiyeyê bi ambûlansan dibin çavderiya leşkerên artêşa tirk der basî Tirkiyeyê tên kirin.

Li Girkê Legê teqîn

Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê  yên ku li gundê Girhokê bicîh bûne, bi çekên giran êrîşî gundê Sefa yê li başûrî Çilaxa kirin. Li ser vê yekê hêzên Yekîneyên Parastina Gel bersiv da êrîşî çeteyan û di encama pevçûnana ku 3 saet dom kir de bi dehan endamê çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha hat ragihandin ku li bajaroka Çilaxa, dema ku wesayîta dewriyeyê ya Asayîşê derbas dibû teqîneke pêk hatiye û di encama teqînê de endamekî hêzên Asayîşê şehîd ketiye û yek jî birîndar bûye.

Li Hesekê tehdîda çeteyan

Hat diyar kirin ku komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê welatiyên taxa Xwêran ya bajarê Hesekê tehdît dikin û ji wan dixwazin ku piştgiriya DAIŞ‘ê bikin, nexwe ew ê bibin hedefa çeteyên wan. Ev yek jî di nava welatiyan de bû sedema tirsê. Welatiyên taxa Xwêran a bajarê Hesekê diyar kirin ku komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê ew tehdît kirine û ji wan xwestine ku piştgiriya xwe ji DAIŞ‘ê û El Nusra diyar bikin, yan jî ew ê bibin hedefa endamê wan. Vê yekê jî tirseke mezin xistiye nava welatiyan.

 ANHA/EFRÎN/SERÊKANIYÊ