Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 seatan de 55 çete hatine kuştin.
QSD’ê di daxuyaniyê de ji bo eniya Baxozê ev agahî parve kirin: “Çeteyên DAIŞ’ê vê sibê êrişî nuqteyên şervanên me kirin yên ku pêr hatibûn rizgarkirin. Çeteyan hemû cûreyên çekan bi kar anîn, lê şervanên me bersiv da û di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û çeteyên din jî reviyan. Di heman demê de şervanên me ber bi baregehên çeteyan ve çûn û gelek çete ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û hinek nuqteyên nû şervanên me ava kirin.
Çeteyan hewl da êrişê bibin ser nuqteyên ku şervanên me rizgar kirine, lê hêzên me bersiv da wan û ew neçar kirin ku birevin.
Êvarê, şervanên me êrişî nuqteyên çeteyan kir. Di encamê de şerekî dijwar rû da û hin çete hatin kuştin. Di heman demê de, balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî karwanê wesayîtan ê çeteyan kir hedefa xwe û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û wesayîtên wan hatin teqandin. Şervanên me jî bi pêş ve çûn û 15 nûqteyên nû ava kirin.”
Hemû cûreyên çekan bi kar anîn
QSD’ê di daxuyaniya xwe de got, çeteyan bi awayekî hemwext êrişî eniya Hecinê jî kiriye û ev agahî parve kirin: “Di demekê de ku çeteyan êrişî eniya Baxozê kir, danê sibê êrişeke dijwar anîn ser baregehên hêzên me yên li vê eniyê. Çeteyan di êrişê de hemû cûreyên çekan bi kar anî, di encamê de şerekî dijwar qewimî. Lê şervanên me bersiva êrişê dan û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha yekîneyên endizyarî yên eskerî bi dehan mayînên ku rêxistina çeteyan li herêmê çandîbûn, bêbandor kirin.”
Her wiha QSD’ê da zanîn ku li eniya Hecînê şer car caran rû dide û hin şervanên wan jî birîndar bûne.
Encama şer
Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê encama dawî ya şer ragihand: “55 çete hatine kuştin. 43 baregehên çeteyan hatine ruxandin. 3 rêyên eskerî ku terorîstan bi kar dianî, hatin birrîn. Her wiha çekeke doçka jî hate teqadin.
Balafirên Koalîsyona Navneteweyî 57 caran êriş birine ser çeteyan.”
DÊRA ZOR