Lêkolîneran dîmenê axtepotê herî zêde di bin avê de girtin. Ji van axtepotan re ji ber ku şîrînok xuya dikin navê karakterê fîl ê Disneyê Dumbo hatiye kirin. Dîmenên vî axtepotî 6 hezar û 957 metroyan di bin avê de li Behra Hindê hatin girtin. Yek tîrêja tenê ya rohniyê jî heta bi vê kûrahiyê nikare biçe. Ev axtepotên navê wan ê zanistî Grimpoteuthis bêhtirî 3 hezar metroyan di kurahiya behran de dimîne.

Nîsana bihurî di dema xwe berdana Qelşa Java de hatin girtin. Ev jî yek jî sefera Pênc Kûrahiyan e. Ji bo ku di vê kûrahiyê de neeciqin û nimirin, divê bedena van axtepotan xwe li vê zexta avê anîbe. Yanî şaneyên wan divê bi biyo-kîmyayeke welê çêbûbin ku di bin vê zexta pirr zêde de neeciqin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN