Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de ragihand k udi 8’ê gulanê de li Dêrsimê di encama operasyona artêşa Tirk de şerek di navbera gerîla û leşkerên Tirk de qewimiye, herî kêm 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li Colemêrgê jî 4 çawişên pispor hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 8'ê gulanê de li Dersimê li dijî herêma Peyanûs,Rojnik, Mosirvan, Zel û quntarê wê ji aliyê artêşa dagirker a Tirkoperasyonek hatiye lidarxistin” û wiha berdewam kir; “Di 9'ê Gulanê de li herêma Mosirvanê li dijî leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.”
HPG’ê got; “Di encama çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a Tirk piştÎ kuştî birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, bi helîkopterên kobrayan herêm bombebaran kiriye. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin, berdewam dike.”
Yekîneya taybet darbe xwer
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan li dijî yekîneyên taybet ên li deverên Peyanis û Kato Kavalê çalakiyek li dar xistin û di encamê de 4 çawişên pispor hatine kuştin. HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan de ev agahî da; “Di 8'ê Gulanê de li navenda Colemergê li dijî herêmênKato Kavalê û Peyanûsê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman şevê de di saet derdora 20.00'an de li derdora herêma Sulehê û Girê Mamendokayê bi ser Kato Kavalê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 çawuşên pispor hatine kuştin 3 leşker jî birîndar bûne. Artêşa dagirker a Tirk kuştî û birîndarê xwe ji herêmê bi 2 helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, herweha li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye.”
HPG’ê da diyarkirin ku operasyona li herêmê di 9’ê gulanê de paş de vekişiyaye.
Hêjayê gotinê ye ku li herêma Peyanis a ku ev operasyon lê pêk hat, di 16’ê îlona 2010 de, di encama teqîna mayîna artêşa Tirk li ser rê danîbû de 9 gundiyên Kurd ên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Gundiyên ku piştî teqînê hatibûn cihê bûyerê, amûrên leşkeran ditîbin.
Gelê Kurd, li hemberî vê komkujiyê, li Colemêrgê bi di rêjeyek pir bilind de referandûma hikûmeta AKP’ê boykot kiribû û bersiv dabû komkujiyê. Delîlên pir xurt ên ku piştrast dikin ku komkujî ji aliyê yekîneyên taybet ên li herêmê digerin û zextê li gel dikin ve pêk hatiye hene.
ANF/BEHDÎNAN