Her wiha Beyatiyan anî ziman ku nameyên wan ên îstifayê û sedema îstifayê dê li parlamenê bên xwendin. Beyatiyan ragihand ku ew ê der heqê butçeya paytexta Sine ya eyaleta Kurdistanê de civînekê li dar bixin û wiha got: “Ev civîn bi biryara Serokê Parlamentoyê ve girêdayî ye.”
Eyaleta Kurdistanê li Îranê yek ji eyaletên herî zêde rêjeya bêkariyê lê zêde ye. Di salên dawî de ev eyalet ji gelek xizmetan re bêpar hatiye hiştin.
ANF/SINE