Li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê pêşangeheke Kurdî-Danîmarkî kevne-girtîgehek veguherand holeke pêşangehên hunerî. Hunermenda Kurd Asuda Rewandizî, û ya Danîmarkî Lone Bendîxen Gûlanî ya ku wê piştî demeke kurt Kurdistanê bi cih bihêle, ev pêşangeh bi hev re li dart xist.

Gûlanî dibîje, ew ji sala 2003´yê ve li Başûrê Kurdistanê ye û dema xwe ya li Kurdistanê bihurandî jî weke "dewlemend û îlhamdêr" terîf dike. Ev pêşangeh ji bo wê her wiha pêşangeha dawî ya mana wê ya li Başûrê Kurdistanê ye, lewma ew vedigere welatê xwe yê lê ji dayik bûyî Danîmarkê.

 

Mekanê huner yê nû girtîgeh e

Herçî Asûda ye, pêşangehê wekî "taybet" bi nav dike. Taybet e ji ber ku mekanê wê bi xwe jî ne asayî ye. Girtîgeha Mahata ya kevin ku serê pêşî li ser rêyeke hesinî wekî rawestgehekê hatibû avakirin, niha vediguhere holeke pêşangehên hunerî ku Shanidar Art Expo wê bi rê ve dibin. Destpêka karê weke galeriya hunerî jî bi vê pêşangehê çêbû.


Îkrama bi  nîşanên Kurdistanê 

Di pêşangehê de her du jinên hunermend, li ser îlham û rengên Kurdistanê hunerê xwe ava kirine. Mozaîkên mizgeftan, kirasên rengorengo li bazaran, fîgurên li ser berr û xalîçeyên Kurdistanê, cih û mekanên raxbet li wan pirr, û mirovên di jiyana wan de xwedî dewrekê ne, di nava berheman de cihê xwe digirin. Navê "60 qedeh çay" e ji ber ku bi giştî 60 berhem mîna çayekê li mekanê kevne-girtîgehekê tên îkramkirin.


Dahat diçe jinên trawmatîzebûyî Lone Bendîxen Gûlanî mezûna Zanîngeha Kopenhagê ye ji beşa Çanda Modern û Ragihandina Çandî. Herçî hunermend Asûda Rewandizî ye, ew li Koleja Hunerên Bedew a Hewlêrê perwerde bûye. Aliyekî vê pêşangehê yê girîng ew e ku tevahiya dahata ji pêşangehê wê biçe ji Xizmeta psîkolojîk a ji bo jinên Kurd a binavê SEED´ê, ku pirraniya xebata wê li ser wê ye ku destekê bide jinên rastê êşkence, destavêtin û şideta DAIŞ´ê hatine. Di dema pêşangehê de muzîkjenên Hewlêrî jî bi performanseke xwe hunerê xwe nîşan dan. 


AFP / HEWLÊR