130 hezar jin tedawî dibin
Di vê derbarê de Cîgirê Fermanderê Nehiştina Madeyên Hişber li Îranê Babekî Dên Perest got: “Niha li navenda nehiştina madeyên hişber li Îranê130 hezar jin di bin çavdêriya pizîşkî de ne û tedawiyê dibînin. Herwiha madeya hişber ya herî zêde bikar tînin Heşîş û Kokaîn e.” Sedemên ku jin bi madeyên hişber ve tên girêdan zêde ne. Babek Dîn Perist wiha dibêje: ‘‘Ji sedî 70 yê jinan ji aliyê zilamên xwe ve bi madeyên hişber ve tên girêdan, herwiha yek ji sedemên xwekuştina jinan li Îranê girêdana bi madeyên hişbir ve ye. Jin û keçên ku bi wan madeyan ve tên girêdan berê xwe didin laşfiroşiyê û dev ji malbatên xwe berdidin, herwiha di holên kuaforên jinan û salonên werzişî de ji ber belavbûna dermanên kîmyayî yên zeîf kirinê û ciwaniyê keç bi madeyên hişber ve tên girêdan.’‘
Dermanên xetere
Berpirsê Giştî yê Tendirûstiya Derûnî û Civakî li Wezareta Tendirûstî ya Îranê Dr. Ebas Elî Nasihî hişyarî ji bilindbûna rêjeya girêdanê bi madeyên hişber ve da û got: “Hejmarek ji bazirganên wan madeyan bi navê dermanên xwezayî û dermanên zeîfkirinê û laşciwaniyê mijûlê girêdana jinan in, ew derman hilgirên dameya amiftamîn û nîmçe amiftamîn in ku ziyaneke mezin dighînin laş û derûna jinan û berê wan dide madeyên hoşber.” Dr. Ebas Elî Nasihî wiha axifî: ‘‘Ew derman wezana laşê jinan kêm dikin lewma jin naxwazin dev jê berdin, û hin bi hin pêve tên girêdan û êdî berê xwe didin madeyên hişber.’‘ Li Îranê 42 kampên rizgarkirina jinên girêdayî madeyên hişber hene, ku li wê dê di bin çavdêriya pizîşkî de ne, herwih li bajarê Kirmanşanê Rojhilatê Kurdistanê jî ew kamp hene.
SINE