SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Li parêzgeha Silêmanî û Dihokê, di 6 mehên 2019’an de 63´ê zarokên biçûk ji aliyê dayîk û bavên wan ve danîne kolanan. Li gorî vê li Silêmanî 18 (9 keç, 9 kur) û li Dihokê jî 40 (30 keç û 10 kur) zarok avêtine kolanan. Ev zarok hemû li kolanan hatine dîtin û radestî stargehên zarokan hatine kirin.Li gorî rêjeya rêveberiya giştî ya girîngîdayîna civakê ya li parêzgeha Silêmanî û Dihokê, di 6 mehên dawî de 63 zarok li kolanan hatine dîtin û radestî startgehên zarokan hatine kirin. Li gorî rêjeya heman saziyê, nayê zanîn bê ka ev zarok çawa hatine dîtin.

Ji bo mafê zarokan bê parastin

Rêveberê giştî yê çavdêrî û girîngîdayîna civakê ya li Silêmanî Emer Gulpî li ser mijarê got; “Ev hejmara li gorî rêjeya salên din zêdetir bûye. Li gorî destûra Iraqê kesên ku zarokên xwe davêjin kolanan, yan jî ji ber nexweşiyan xwedî nakin, tên cezakirin. Em ê di dema bê de bi alîkariya rêxistinên alîkariyê, li Hewlêr, Dihok û bajarên din jî projeyan bimeşînin da ku mafên zarokan bên parastin. Em ê hewl bidin di parlamentoyê de destûreke taybet amade bikin ji bo malbatên bixwazin ku zarokan bigrin û xwedî bikin, li wan xwedî derkevin.”