Li Taxa Şorîce ya Kerkûkê, Hosta Firud ev 64 sal in ku karê çêkirina duçerxan dike. Dikana wî li kolaneke biçûk û teng a Taxa Şorîce ye. Hosta Firud Ehmed sala 1943’an ji dayik bûye û sala 1955’an dest bi karê çêkirina duçerxan kiriye. Niha 76 salî ye. Hosta Firud îro jî bi çêkirina durçerxan debara xwe dike û dibêje, “Dikarim bibêjim, pirraniya duçerxên vî bajarî yên xerabe, min çêkirine. Dema ku min dest bi vî karî kir, duçerx gelek kêm bûn. ”
Gava wî dest bi vî karî kirî li kerkûkê tenê 3 tamîrkerên duçerxan hebûne; niha li her taxê gelek hene. Lê yê herî bi emr ew e. Ji bo karê xwe dibêje ew ruhê min e: “Duçerx jiyan û ruhê min e. Ji ber ku heger min hez ji duçerxê nekira min nedikarî 64 salan vî karî dewam bikim.”
ROJNEWS/KERKÛK