Dayîka 65 salî Mewlîde Hebû ya hîç neçûye dibstanê, xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir.
Dayîk Mewlîde ji gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ya Efrînê ye. Gava zarok bû malbatê ew neşand dibistanê. Mewlûda bû dayîka 5 zarokan, lê ew hêviya fêrbûna xwendin û nivîsandinê pê re ma û di ciwaniya xwe de fêrî dirûnê dibe û di asta navçeyê tê naskirin. Mewlûde bi vê yekê êdî mesrefa malbata xwe bi cih tîne.
Dayika Mewlîde di wan salan de her wiha dixwaze fêrî xwendin û nivîsandinê bibe û wê demê tevlî dewreya perwerdeya tîp û hejmaran dibe, hêdî hêdî fêr dibe û hinek hevokan jî saz dike.
Jina 65 salî dibêje, wê rojname û paketên kibrîtê dixwendin, dîsa dema ku diçû sûkê bala xwe dida navê dikanan û pankartên hatine daliqandin dixwend û xwendina xwe bi vê yekê baştir dikir. Êdî bi xwe zarokên wê asta seretayî fêrî tîpan û xwendinê dikir.
Hewldanên dayika Melîde di vê yekê de sînordar nema û tevî ku temenê wê 65 bû, dest bi hînbûna zimanê Kurdî kir û di vê mijarê de hevaleke wê ya di Komîteya Perwerdeya Demokratîk de pê re bû alîkar. Di nava salekê de Dayîk Mewlûde fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî jî dibe.
ROZANA DAWID / ANHA / EFRÎN