Sala 2018’an li Rojhilatê Kurdistanê 68 Kurd hatin bidarvekirin û nêzîkî 70 kolberî jî hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 130 kolberî hatin birîndarkirin û 700 kes jî hatin destgîrkirin.

Hikûmeta Îranê bi girtin, darvekirin û gelek awayên din mafê siyasî û civakî yê gelê Kurd binpê dike.

Ji serê salê ve 68 Kurd hatine darvekirin

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji serê salê ve 68 Kurd li Îranê hatine darvekirin. Ji van, welatiyek li ber çavê gel hat darvekirin. Di nava kesên darvekirî de 3 jin û zarokek jî hene.

Nêzîkê 700 kesî hatine destgîrkirin

Di nava 11 mehên îsal de 700 kes hatine binçavkirin, zêdetirî 300 kesî ji ber ku çalakvanên civaka sivîl bûn, hatin girtin. Di nava van kesên girtî de, zêdetirî 20 rojnamevanan jî hene. Ev rêje ji bilî cezayên ku niha li çalakvanan hatiye birrîn e.

Nêzîkê 70 kolberî hatin kuştin

Ji ber zextên rejîma Îranê, kolber di şertên pirr zor de karê xwe dikin. 35 kolber ji çiya ketin xwarê û wan jiyana xwe ji dest da. Her wiha 15 kolber jî di encama teqînên mayînan de û gelek kes jî ji ber êrişên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da. 20 kolber jî rasterast hatine hedef girtin.

Pirraniya kesên di van êrişan de jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne, xelkê bajarên Urmiye, Sine û Kirmanşanê ne.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN