Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de YPG´ê got, li kantona Efrînê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê YPG’ê bi 2 çalakiyan 5 çete kuştine. Wekî din 2 çeteyên 24´ê Mijdarê birîndarkirî jî li nexweşxaneyê mirine.
YPG´ê got, “Di 26’ê Mijdarê de yekîneyeke me li ser rêya di navbera navenda Efrînê û gundê Basûtê yê ser bi navçeya Şêrawa de çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke eskerî ya çeteyên koma Firqet el-Hemze kir. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûn.
Heman demê yekîneyeke me li gundê Gobelê yê ser bi navenda Efrînê çalakiyek li dijî seyareyeke eskerî ya çeteyên Cebhet el-Şamiyê kir. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Mijdarê de ragihandibû ku yekîneyeke me li ser rêya Birc Heyderê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke eskerî ya çeteyên Feylaq el-Şamê li dar xistibû û niha em didin zanîn ku di encama çalakiyê de 2 çeteyên ku bi giranî birîndar bûbûn, mirine.”
EFRÎN