Hat zanîn ku di dagirkirina gundan de tu şer di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de derneketiye. Ev jî tê wateya ku gund hatine radestkirin.
Komên çete yên bi ser Koalisyona Sûriyê ku destekê ji artêşa Tirk digirin ragihandin ku wan pêngava sêyemîn ya dagirkirina herêmên Şehbayê dane destpêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, komên çete yên girêdayî Koalisyona Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirk pêr li derdora gundê El-Raî yê bi ser herêma Babê, 7 gundên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn, dagir kirine. Hat zanîn ku di dagirkirina gundan de tu şer di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de derneketiye. Ev jî tê wateya ku gund hatine radestkirin.
Welatiyan direvînin
Li gorî heman çavkaniyan gundên ku çeteyên koalîsyonê bidestxistine wiha ne: “ Qisaciq, Qerekoz, Tilar Xerbî, Tilar Şerqî, Til Şiîr, Qentera û Tat Himis”
Di heman çarçoveyê de çavkaniyên din jî ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Şehba û Babê, bendên kontrolê datînin û welatiyan direvînin.
Her wiha çete xendekên ku li derdora bajarê Babê kolandibûn jî digire û li derdora baregehên xwe yên sereke jî xendekan dikole. Çavkaniyên din jî ji gundê Niman yê ku şêniyên wî Kurd in, ragihandin ku di navbera şêniyên gund û çeteyan de şer derketiye. Çavkaniyan dan zanîn ku sedema derketina şer kiryarên ku çeteyan li dijî welatiyan pêk dianîn bû. Çeteyên DAIŞ’ê gundên li derdora El-Raî bê ku tu şer di navbera wan de derkeve, radestî komên çete yên koalisyona Sûriyê ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin dikin.
EFRÎN