Ji bo îşaret bi berxwedana grevên birçîbûnê were kirin, li gelek bajarên Elmanyayê û li paytexta Swêdê Stockholmê 7 hezar find hatin vêxistin.

Bi banga YJK-E’yê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiya vêxistina findan hate lidarxistin.

Hildesheim: Li Hildesheimê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Şehîd Meryem çalakî hate lidarxistin. Ji bo 7 hezar berxwedêrên di greva birçîbûnê de, bi findan hejmara 7000 hate nivîsandin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û wêneyên berxwedêran hatin hildan.

Salzgitter: Li Salzgitterê jî çalakiya vêxistina 7 hezar findan li meydana Stadtmonumentê pêk hat. Çalakgeran afîşên kesk, sor û zer li dora findan bi cih kirin.

Mannheim: Li Mannheimê, Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan li ber HBF’ê find vêxistin. Di çalakiyê de posterên berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

Celle: Li Celleyê, ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê, li ber dêra mezin a bajêr çalakiya vêxistina 7 hezar findan pêk hat. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Celle, Mala Êzîdiyan û Antî-fa tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de find hatin vêxistin, belavok hatin belavkirin. Ciwanan her wiha pankartên li ser wan “Hungerstrike for Freedom (Greva birçîbûnê ji bo azadiyê)”, “Wir lieben das Leben so sehr, dass wir bereit sind, dafür zu sterben (Em ew qasî hez ji jiyanê dikin ku em amade ji bo wê bimirin)” nivîsandî jî hildan.

Frankfurt: Çalakiya vêxistina findan a li Frankfurtê jî li meydana Hauptwacheyê pêk hat û bi dehan kes beşdar bûn. Çalakgeran êlekên bi nivîsa ‘Em di greva birçîbûnê de ne’ li xwe kir û wêneyên berxwedêran hildan.

  [gallery ids="175971,175973,175972,175970,175969,175975,175974,175968,175967,175966,175965,175964,175963,175962,175961"]  

Koln: Li Kolnê, bi dirûşma ‘Ji bo pêşîgirtina li mirina mirovan tu jî findekê vêxe’ çalakiyek pêk hat. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan ve hate lidarxistin û li ber Dêra Domê bi rê ve çû. Çalakgeran bi pankartan bal kişand ser rewşa 7 hezar girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Ocalan li girtîgehên Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne.

Bonn/Leverkusen: Li Bonn û Leverkusenê jî heman armancê çalakî hate lidarxistin. Çalakiya li Bonnê li meydana Munster Platzê, ya Leverkusenê jî jî li ber Rathaus Galeriayê pêk hat. Find hatin vêxistin, pankart hatin vekirin û belavok hatin belavkirin.

Lahr: Tecrîdkirina Ocalan li Lahrê hate şermezarkirin. Di çalakiya li Marktplatzê de, wêneyên Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan.

Bremen: YJK-E`yê pêr li ber Gara Navendî ya Bremenê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîdê, belavok belav kirin û ji xelkê li wê derê xwestin ku ji bo piştgiriya bi çalakgeran re ew jî dindekê pêxin. Çalakiyê bi sloganên Jin, Jiyan Azadi, Biji Berwedana Zindanan dewam kir.

Stockholm: Li paytexta Swêdê Stockholmê jî, çalakiya 7 hezar find a ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê pêk hat. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya hikûmeta Swêdê û raya giştî ya dinyayê hate şermezarkirin. Jinan bi findan hejmara 7 hezar nivîsî û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê. Swêdiyên ku bala wan çû ser çalakiyê, wan jî find vêxistin û piştgirî da çalakgeran.

 

NAVENDA NÛÇEYAN