Jiyan Xidro da zanîn ku koçber li gund û bajarokên Şehbayê ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine rizgarkirin jî li Kantona Efrînê hatine bicîhkirin û destnîşan kir ku Meclîsa Rêveber a Şehbayê wekî peywîreke mirovî ev koçber pêşwazî kirine û bi pêdiviyên wan re mijûl dibe.
‘Divê em trajediya wan fêm bikin’
Jiyan Xidro diyar kir ku ji koçberên hatine herêmê gelek ji wan malbatên çeteyan in û got: “Lê tu gunehê van jin û zarokan bi kiryarên çeteyan nîne, lewma em wan jî wekî erkeke mirovî pêşwazî dikin. Dîsa gelek malbat ji ber şerê di navbera çeteyên koalîsyonê û DAIŞ’ê de reviyane û xwe sipartine Kantona Efrînê. Çareyeke wan nemaye. Ew jî gelê me ye û divê em trajediya wan fêm bikin.”
Têkildarî tercîhkirina Kantona Efrînê û Şehbayê ya ji aliyê koçberan ve, Jiyan Xidro got: “Baweriya koçberan bi hêzên QSD’ê heye ku dê wan biparêzin û nahêlin tu kes nêzî wan bibe. Çeteyan rêyên ber bi Efrînê ve girtibûn. Lewma sivîlan nedikarî biçin. Lê di demên dawî de derfet çêbû û pêla koçberiyê zêde bû.”
Jiyan Xidro da zanîn ku pêdiviya koçberan bi alîkariya lezgîn heye û xwest ku sazî û rêxistinên mirovî desteka pêwîst bidin.
ANHA/EFRÎN