Mirov ji mêj e hez ji penîr dikin. Lê ji bo arkeologan zehmet bû ku bi zelalî dema pêşî penîr li welatan hatiye çêkirin, tesbît bikin. Niha komeke ji zanyaran a navneteweyî dibêje, wê di dîzik, kûz û cêrên li du deverên cihê yên Xirwatistanê şûna rûnê penîr dîtiye. Li gorî nûçeya di National Geographicê de zanyaran lêkolîn kir li ser bermahiyên karbonê kirine da ku zanibin ka ew ji ber penîr, goşt yan jî şîr mane. Li gorî encama wan qenaet kirî, mirovan beriya bi 7 hezar û 200 salan hin penîr çêkirine. Lê lêkolînerên din rexne li vê digirin û dibêjin, lêkolîn bi isehî nikare bibêje ku ev bermahiyên hanê tenê yên rûnê penîr in û ne yên goşt û şîr.  NAVENDA NÛÇEYAN