
Li eniya rojhilat çeteyan êrîşên xwe zêde kirin û tevahiya rojê û şevê şer bê navber dewam kir. Li vê eniya qasî ku hêzên me tespît kirine 17 çete hatin kuştin. Li eniya başûrrojhilat, li derdora girê Miştenûr komên çete li gel bombardimanê gelek êrîş pêk anîn. Li hemberî berxwedana şervanên me êrîş hatine têk birin û herî kêm 11 çete hatine kuştin."
Derbên mezin li çeteyan dixin
YPG'ê daxuyand ku di nava 24 saetên dawî de herî zêde êrîşên xwe li eniya başûr dijwar kirine û hêzên me bi berxwedanek bêhempa derbên mezin li wan dane û wiha pêde çû: "Çeteyan li vê eniyê bi kamyonek bombebarkirî êrîş kirine, lê wesayita bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve hatiye ferqkirin û di nava çeteyan de hat teqandin. Dîsa komek çete li gel bomberdimana dijwar xwestine bikevin çeperên hêzên me, lê hatine dîtin û îmha kirin. Hêzên me weke din wesayîtek û tevî çeteyên têde rûxandin e. Li vê eniyê herî kêm 36 çete hatine kuştin.Li eniya Rojava jî hêzên me li hemberî noqteyên çeteyan a ku li bejahiyê bu çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de wesayitek hat rûxandin û 6 çete hatin kuştin."
Emîrekî çeteyan hat kuştin
YPG'ê da zanîn ku berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyan bênavber didoem û wiha berdewam kir: "Li herêmê êrîşên çeteyan û berxwedana şervanên me dewam dike. Li her sê eniyan jî şerê dijwar bê navber didome. Di 11'ê cotmehê saetên nîvro hêzên me li başûrrojavayê Serêkaniyê li bajarokê Mebrûka û li herêma Dehma operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de şerê sing bi sing pêk hat. Hêzên me di heman wextê de li herêma Ravya jî çalakîyan pêk anîn. Li bakûrê Ravya komek çete hat tinekirin. Weke din di navbera Dehma û Mebrûka de wesayitek çeteyan hat rûxandin. Bi qasî ku hat tespîtkirin 26 çete hatin kuştin. Emîrekî çeteyan a berpirsiyarê qadê bi navê Ebu Cemalek jî di vê operasyonê de hat kuştin. Operasyona li herêmê dewam dike."
YPG'ê destnîşan kir ku di di şer de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: "Di vê operasyonê de hevalekî me bi navê Kamuran Koçbêr (Şexmus Mio) ya ku bi rihê êrîşê xwe tirs li ser çeteyan avakirî bû bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê."
KOBANÊ
Li Kerkûkê YJA Starê lêxist
Gerîlayên jin ên YJA-Star roja 10’ê cotmehê li gundê Banşaxê yê bajaroka Dakok a Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke sûîqestî pêk anîn û di encama çalakiyê de wesayiteke çeteyên DAIŞ’ê hate rûxandin û emîrek ê çeteyan hate kuştin. Gerîlayan li gundê Wehdê jî çalakiyeke sûîqestî pêk anî.
Navenda Çapemeniyê ya YJA-Starê bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 cotmehê, saet di 08:00 de gerîlayên jin li gundê Banşaxê yê bajaroka Dakok a Kerkûkê çalakiyeke sûqîeqestî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku emîrek ê çeteyan hatiye kuştin û çeteyek jî birîndar bûye. Wesayiteke a çeteyên DAIŞ’ê hatiye rûxandin. Navenda Çapemeniya YJA-Star, diyar kir ku gerîlayan roja 10 cotmehê, saet di navbera 10:00-11:00 de li gundê Wehdê yê Kerkûkê çalakiyeke sûîqestî pêk anîne û di çalakiyê de çeteyek DAIŞ’ê hatiye kuştin. n KERKÛK