Akademiya Şehîd Mehyedîn dewreyeke nû ya endamên Hêzên Ewlehiya Hundir bi merasîmekê dawî kir. Merasimê li bajarê Rimêlanê bi Merasîmeke eskerî dest pê kir. Di merasîma bidawîkirina dewreya bi navê Dewreya Şehîd Ebdurehman Hiso de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundir û nûnerên ji Komîteyên Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û Herêma Cizîrê amade bûn. Hevserokê Desteya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hico û hevserokê Desteya Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivîn û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir. Her wiha di axaftinan de rola Hêzên Ewlehiya Hundir di parastin aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate bibîrxistin.
Perwerdeya 70 endaman 2 mehan dewa kir û tê de dersên eskerî û bîrdozî hatin dayîn. Her wiha dersên pratîkî jî hatin dayîn. Di dawiya merasîmê de, endaman sûnda parastina gel û ewlehiya herêmê xwar. Di dema merasîmê de bandoya akademiyê jî bal kişand ser xwe.
DÊRIK