
70. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî, doh êvarê bi merasîmeke bi heybet dest pê kir. Festîvalê bi dirûşma “Kombûna Hunerê ya 70´yî.” doh bi awayekî fermî dest pê kir. Di 10 rojên festîvalê de wê 49 fîlm bên nîşandan. Ji bo bidesxistina xelata ‘Palmiya Zêrîn’ jî wê 19 fîlm tevlî pêşbirkê bibin.
Festîvalê doh êvarê bi galayeke bi heybet dest pê kir, ku gelek navdarên cîhana sînemayê lê amade bûn. Fîlmê destpêkê yê festîvalê, ‘Les Fantomes d’Ismaêl’ ê derhênerê Fransayî Arnaûd Desplechin bû, ku li derveyî pêşbirkê hate nîşandan.
Di merasîma li ser xalîçeya sor de, stêrkên sînemayê derketin pêşberî kamerayan.
Yek ji beşên girîng ên festîvala îsal jî, ‘Klasîkên Cannes’ê ye. Di vê beşê de wê fîlmên beriya niha hêjayî xelata ‘Palmiya Zêrîn’ hatine dîtin bên nîşandan, ku yek ji van fîlman jî fîlma ‘Yol (Rê) ya Yilmaz Guney e. Fîlm îro saet di 13:00´an de tê nîşandan.
ANF/CANNES