Nûnerê tabyet ê serokê Emerîkayê yê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk diyar kir ku DAIŞ’ê ji sedî 95´ê ji axa di bin destê xwe de, winda kiriye û got, 7.5 milyon sivîl ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

 Brett McGurk pêr di civîneke li gel dewletên endamên Koalîsyona Navnetewî li Urdinê gotiye, “7.5 milyon kes ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, ji wan 2.6 milyon welatiyên Iraqî vegeriyane warê xwe. Endamên DAIŞ’ê nikarîbûn yek metre erd jî vegerînin.”

McGurk da zanîn ku Koalîsyona Navneteweyî lîsteyeke bi navê 43 hezar kesên terorîst daye dewletên hevkarên xwe da ku dema derbas bibin, ev kes bêtin girtin.

McGurk, pêr bi şev her weha ligel serokwezîrê Iraqê Ebadî re jî hat cem hev û jê xwest ku ber bi aliyê Kurd ve biçe ku ji diyalogê re amade ye.


Ji Hewlêrê gavên pratîkî dixwaze

Lê belê Bexdayê doh bi rê ye berdevkê Buroya Serokwezaretiya Iraqê, Sed Hedîsi got, ew ji Hewlêrê avêtina gavên pratîk dixwazin. Berdevkê Serokwezaretiya Iraqê Sed Hedîsi, daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku biryara “Mafê ti pêkhateyê nîne ku veqete” ya Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dike, nirxand. Hedîsi destnîşan kir ku qebûlkirina vê biryarê tê wateya betalbûna referandûmê.

Hedîsi got,  “Ew li benda avêtina gavên pratîkî ne. Qebûlkirina biryarê tê wateya betalbûna referandûmê. Em li bendê ne ku hin gavên pratîkî bên avêtin. Diyaloga siyasî divê piştre dest pê bike.” 


BEXDA