
Koordinasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ragihand ku li Şirnexê di rojên dawî de şerekî dijwar pêk tê û di encama çalakiyên bi bandor yên gerîlayan de di navbera 15-18’ê Nîsanê de 76 çeteyên AKP’ê hatine kuştin. YPS’ê ragihand ku li Taxa Îsmet Paşa ya Şirnexê roja 15’ê Nîsanê komên çete yên di 3 malan de bi cîh bûn, bûne hedef û tevî van koman yên xwestine wan rizgar bikin jî derbên bi bandor xwarine. YPS’ê ragihand ku li vê taxê bi tavahî 64 çeteyên AKP’ê hatine kuştin. YPS’ê ragihand ku çapemeniya Tirk wendahiyên dewletê vedişere û destnîşan kir ku hêzên dewletê di şerê li dij Kurdan de pîvan û normên hiqûqa şer bi tu awayî li ber çavan nagirin.
‘Cenaze di deste me de bûn’
Têkildarî şer û pevçûnên li Şirnexê YPS’ê ev agahî bi raya giştî re par ve kirin:„Di 15’ê Nîsanê de li taxa Îsmet Paşa di encama çalakiyên sabotajê de 3 xanî hatine rûxandin û 40 çeteyên POH yên di van xaniyan de hatine kuştin. Dîsa komên çete yên piştî çalakiyê xwestin mudaxele bikin derbên bi bandor xwarin û ji wan jî 20 endamên POH’ê hatine kuştin. Her wiha 2 tankên ku sewqî cihê bûyerê kirin bûne dehef, yek ji wan bi tevahî hate rûxandin, ya din jî derb xwar. Li dij komên çete yên xwestin bikevin avahiyên cuda rêze çalakî pêk hatin û derbarê wendahiyên hêzên dewletê de agahî nehatin bidestxistin. Cenaze heman rojê heta saet 23:00’ên şevê di destê me de bûn û ji bo bidestxistina cenazeyan hêzên dewletê êrîşên bi tank û hewanan domandin.
Di şer û pev çûnên heman rojê de 4 endamên POH’ê hatin kuştin.
Li Taxa Cumhuriyetê çeteyên xwestin bikevin malan, bûne hedef lê belê derbarê kuştî û birîndarên wan de agahiyên misoger nehatin bidestxistin. Li heman taxê 2 endamên JOH’ê ji aliyê hêzên parastina sivîl ve hatin kuştin.
Di 15’ê Nîsanê de hêzên taybet ên xwestin bi wesayitên zirxî bikevin taxê, bûn hedefa çalakiyê, wesatiya Akrep hate rûxandin û 2 endamên JOH´ê hatin kuştin. Di dewama şer de li heman qadê endamekî din ê JOH´ê hate kuştin û wesayita Kobra ya çû cihê bûyerê hate derbkirin û neçar ma vekişe. Di heman rojê de li ser banê avahiyekê endamekî POH’ê hate kuştin.
Roja 18’ê Nîsanê li taxa Cumhuriyetê, li aliyê Yurdê komek endamên JOH bûne hedef û yek ji wan hate kuştin. Li derdora Emniyeta kevin komên çete yên xwestin bikevin malekê bûn hedefa çalakiya hêzên me û 5 çete hatin kuştin.
Di heman rojê de li Taxa Bahçelîevlerê kepçeyeke leşkerî û wesayita zirxî ya Akrep hatin darbkirin.
Di 10’ê Nîsanê de di encama berxwedaneke bêhempa de şervanên YPS’ê Devran Zîlan (Serhat Akpolat/Mûş), Sefkan (Mehmet Gul) û di 18’ê Nîsanê de jî Erîş Sîirt bi lehengî şehîd bûn.“
ŞIRNEX