Roja 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo têkoşîna jinan rojeke gelekî girîng e. Herkes ji bo wê rojê ji bo wekheviya jinan û ji bo azadiya jinê li hemberî şidetê têkoşînê dide. Ji bo jinên Kurd jî rojeke gelekî watedar e. Îro em dibînin ku jinên Kurd ji bo azadiya xwe li çiyayên Kurdistanê şer dikin û li qadan jî bi serhildanê daxwaziyên xwe tînin ziman. Jinên Kurd îro li zindanan û li Strasburgê bi berxwedana xwe di grêva birçîbûnê de ne.
Jinên cîhanê di 8 Adarê de bi daxuyaniyan vê rojê pîroz dikin. Lê jinên Kurd bi deh hezaran li kolanan bi reng û dengên xwe daxwaziyên xwe tînin ziman. Peyamên wan jî „Azadiya birêz Ocalan û ji qirkirina jinê re na, an azadî an azadî“ ye. Ev mesaj jî ji bo vê demê gelekî girîng e. Herkes pêwiste vê peyamê baş fêm bike û bi vê siloganê xebatên xwe ji bo Newrozê bike. Êdî veger tûne ye ji vê berxwedanê. Gereke gelê Kurd heya 4’ê Nîsanê bi çoşeke mezin bi hêviyên xurt bixebite. Serkêşên vê xebatê bila xwîşk û dayikên Kurd bin.
Bi hatina 8’ê Adarê re destpêka buharê, bi hêviya ku jina Kurd azadiya xwe bi xwere bîne, emê bi dengê xwe li kolanên Kurdistanê û li Ewropayê bixemlînin. Hêji li Kurdistanê û li Ewropayê wekheviya jinê tenê li ser kaxizê heye û pêwistî zêdetir di praktîkê de heye. Pêwiste jinên Kurd ji bo mafên xwe xebatê bikin. Û li Ewropa bi taybet pêwiste jinên Kurd ji bo qebulkirina nasnameya xwe zêdetir xwe birêxistin bikin û bi rêxistinên jinan re dialogê deynin.
Ji bo ku hêstirên çavên dayikan zûha bibin û ken li rûyê zarokan vegere, gulên ku bi xwînê hatine avdan şîn bibin, operasiyon bêne sekinandin, qirkirina siyasî bê rawestandin, dayik bibin dengê aşitî û azadî, bila herkes bizanibe ku dîrok bi destê dayîkan tê nivîsandin, li gor wê em xwe tevger bikin.
Hemû dayikên aşitiyê em sîlav dikin û êşa wan em parve dikin û hemû girtiyên jin ku di zindanê de ne em sîlav dikin. Herwîha em şervanên azadiyê sîlav dikin û bejna xwe li ber hemû şehidan ditewînin.
Çareke din em 8. Adarê li hemû jinan pîroz dikin û têkoşîna wan sîlav dikin.
8 Adarê Roja Serhildanê