Di 31'ê kanuna 2012'an de li derdora navçeyên Lîce û Henê yên Amedê û navçeya Dara Henê ya Çewlîkê operasyonekî berfireh hatibû destpêkirin. Li mezrayên Akçapinar, Ziyareta Biçûk, Ziyareta Mezin, Hambaz û Taşlikê yên gundê Şenlîkê yê Lîceyê şer û pevçûnên dijwar pêk hatibû. Di operasyonê de gelek leşker û tîmên taybet cîh girtin û bi taybet çoltarê mezraya Akçapinarê hatin bomberankirin. Gundiyên li herêma pevçûnê diyar kiribûn ku tenê du cenazeyên endamên HPG'ê dîtibûn. Cenazeyên  HPG'iyan pişt re bi helîkopteran biribûn morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Hat diyarkirin ku 8 cenazeyên din ên tê gotin yê gerîlayên HPG ne  birine Saziya Tîpa Edlî ya Meletiyê. 

DÎHA/MELETÎ