Şer û pevçûnên li Rojava şêva din jî berdewam kirin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin şerê veşê berîn saet di 00.05’an de li ser êrîşa çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/Cebhet El Nusra dest pê kir. Çeteyên ku êrîşî hin gundên nêzî Serêkaniyê kirin û xwestin ber bi bajar ve pêşve biçin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Şervanên YPG’ê li ser riya Til Xelef çalakiya bersivdayînê pêk anîn, di encamê de 8 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li aliyê di jî komên çete yên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/Cebhet El Nusra êrîşî gundên Dirdara, Hemîd û Çava yên li ser riya Dirbêsiyê û Hesekê kirin. Lê çete rastî berxwedana şervanên YPG’ê hatin, lê der barê windahî û birîndaran de agahî nehat bi dest xistin.

Tangek hat rûxandin  

Pevçûnên ku pêr di encama êrîşa komên çete ya li ser gundê Sefa yê Çilaxê de qewimîn heta duh serê dibê dewam kir. Di şer de tangeke çeteyan hat ruxandin û çeteyan bi dehan windahî û birîndar dan.
Komên çete yên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/Cebhet El Nusra ev demek bû li bajarokê Ebû Rasên bicîh bibûn û gef li welatiyên herêmê dixwarin. Komên çete beriya çend rojan jî ji wir êrîşî ambulansa Heyva Sor a Kurd kiribûn û ajokerekî ambulansê û hemşîreyekî Heyva Sor qetilkirin. Welatiyên Ebû Rasên jî serî li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan û ji wan xwestin ku bajarokê wan ji komên çete rizgar bikin.
Li ser banga welatiyan YPG'ê operasyoneke leşkerî lidarxistin û di encamê de bajarokê Ebû Rasên ku li herêma di navbera bajarên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Til Temirê deye, ji komên çete rizgar kirin. Welatiyên bajarok ku ji kurd û ereban pêk tê keyfxweşiya xwe diyar kirin û spasiya YPG'ê kirin.
Welatiyê bi navê Elî Xelef diyar kir ku komên çete gelek tevlîhevî li bajarokê wan çêkirin, welatî direvandin, qetil dikirin û jiyana welatiyan li bajarok seqet kiribûn. Xelef ji ber ku bajarokê wan rizgar kirine spasiya YPG'ê kir.
Şêxa Newaf jî spasiya YPG'ê kir û diyar kir ku YPG'ê bê ku cudahiyê bixe navbera pêkhateyan hemû welatiyên bajêr diparêze. Newaf diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan piştgiriya YPG'ê bikin.  Serokê Meclisa bajarokê Ebû Rasên Izedîn Ebdê jî diyar kir ku hemû pêkhate amadene ku li hember êrîşên komên çete bajarokê xwe biparêzin. 

SERÊKANIYÊ/DIRBÊSIYÊ




Bêrîvan, Sînan û Biro sipartin axê
Cenazeyê şervana YPJ’ê Bêrîvan Aldar, endamê Asayîşê Ciwan Sînan û welatiyê bi navê Sado Biro ku komên çete ew qetil kiribûn li Goristana Şehîd Rustem Cûdî li gundê Berkevirê hatin definkirin. Cenazeyê şervana YPJ’ê Bêrîvan Aldar ku di şerê li ser riya Til Helef a Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, endamê Asayîşê Ciwan Sînan û welatiyê bi navê Sado Biro pêr saet di 13:00'an de ji avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê bi merasîmekê hat wergirtin. Bi sedan welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê û Serêkniyê di wergirtina cenaze de amadebûn. Welatiyên ku al û posterên cangoriyên azadiyê hildabûn, bê navber dirûşmên dilsoziya bi YPG’ê re berz kirin.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb, li ser navê sûryaniyan Ishaq Ebdo, li ser navê Meclisa Dirbêsiyê Nûman Erebû axivîn. Her wiha li ser navê malbatên Bêrîvan Aldar, Ciwan Sînan û Sado Biro jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên komên çete hat şermezarkirin, berxwedana YPG’ê û YPJ’ê hat silavkirin û soza şopandina riya cangoriyên têkoşîna azadiyê hat dayîn.  Piştî axaftinan, cenazeyên şervana YPJ’ê Bêrîvan Aldar, endamê Asayîşê Ciwan Sînan û Sado Biro ji aliyê girseyê ve bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê û hatin definkirin.

ANHA/DIRBÊSIYÊ