Desteya serokatiyê
Li ser pêkhateya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê jî Behmen Hûsên wiha got: “Partiya me xwe ji sîstema meselaya sekreter, cîgirên wî û polîtburoyê dûr xist. Êdî emê di pratîkê de li gor sîstema serokatiyê tevbigerin. 3 kes ji endamên berê yên serkirdayetiya Partiya Zehmetkêşan bi piraniya dengê delegeyan bûn endamên desteya serokatiyê. Ew deste jî wê serokatiya partiyê bike. Êdî polîtburo nema.”
Guhertina sîstemê
Behmen Hûsên diyar kir ku di nava wê desteya 3 kesî ya ku wê serokatiya partiyê bike de ti jin nîne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Lê di civata rêveber a partiyê de jin hene. Ev despêkeke û em hêvîdarin di demên pêş de jin di desteya serokatiyê de jî cih bigrin.” Hûsên da zanîn ku ew partiyekî çep û netewî ne, ji ber vê yekê jî pêwîstî bi bi guhertina vê sîstemê dîtine.
Xebatên yekîtiyê
Li ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê jî, endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Behmen Hûsên axivî û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em wekî partiyekî neteweyî timî piştgiriya xebatê parçeyên din ên Kurdistanê dikin. Me di kongreyê de jî tekezî li ser wê yekê kir ku tişta ji me hatî xwestin, emê piştgiriya mafên rewa yên gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bikin.”
DÎHA/HEWLÊR