Meclîsa Qanûnçêker a Kantona Cizîrê, di civîna xwe ya pêr de, miracaetên Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Suriyê, Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê (PDK-S) û Partiya Demokrata Kurd li Suriyê nirxandin. Van hersê partiyan beriya bi demekê miracaet li Meclîsa Qanûnçêker kiribû.

Di encama nirxandinan de Meclîsê êvarê ragihad ku daxwaza hersê partiyan hatiye erêkirin. Bi vî awayî hersê partî li gorî Qanûna Partiyên Siyasî dikarin bi awayekî fermî xebatên xwe yên rêxistinkirinê li herêma Cizîrê bidin meşandin.
Beriya niha jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Komunista Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Lîberal û Partiya Aştî û Demokratîk a Kurd li Suriyê (P.A.D.K.S) miracaet kiribûn û miracaetên wan hatibûn erêkirin. Bi vî awayî hejmara partiyên destûrkirî gihişte 8’an.
Doh jî Partiya Çepa Demokratîk li Suriyê ji bo ku karên xwe yên rêxistinkirinê bi awayekî qanûnî bimeşîne, miracaet li Meclîsa Qanûnçêker kir. Endamê mekteba siyasî ya Partiya Çep Mehemed Salih Ebdo doh çû serdana navenda Serokatiya Meclîsa Qanûnçêker û daxwaznameya partiyê pêşkêşî Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî kir. Mehemed Salih Ebdo, li gel daxwaznameyê belgeyên partiya xwe yên weke destûr, bername, sembola partiyê, rêxistibûna wê, jêderên aborî û endamên wê de jî pêşkêş kirin. Çav li rê ye ku di rojên pêş de meclîs serlêdana partiyê binirxîne û biryarekê bide.

AMÛDÊ